DOKH'ê ji bo 25'ê Mijdarê bang li jinan kir

DOKH'ê ji bo 25'ê Mijdarê bang li jinan kir

Endamên DOKH’ê bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê ya bi şîara “Ji Şengalê heta Kobanê ji jinên têkoşer re azadî” bi çapemeniye re parve kir û banga tevlîbûna meşa li Pirsûsê, kir.

Endamên DOKH'ê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê bernameya xwe bi daxuyaniya çapemeniyê ya li avahiya DBP’ê ya Stenbolê hat dayîn aşkera kir. Gelek kes di dema dayîna daxuyaniyê de amade bûn. Endama DOKH’ê Denîz Goksel daxuyanî xwend û diyar kir Arîn Mîrxan a ku li Kobanê çalakî pek anî û Kader Ortakaya ya ku li sînor hat qetilkirin ji zîhniyeta zilam re bûne bersiv û wiha axivî: 

“Li Rojhilata Navîn jin hatiye hedefkirin. DAIŞ li hemberî jinan hemû cureyên tundiyê bi kar tîne. Di dema desthilatdariya AKP’ê de li hemberî jinan tundî zêde bûye.” 

Goksel da zanîn ku li hemberî vê tundiya li dijî jinê, divê hemû jin li qada bin û wiha axivî: “Ji bo em li hemberî DAIŞ’ê bibin bend, ji bo em di şexsê Arîn Mîrxan û Kader Ortakaya de jinên Kurdistanî silav bikin û ji bo em têkoşîna li hemberî tundiyê bilind bikin em ê li qadan bin.”

Goksel der barê bernameya 25'ê Mijdarê de ev agahî da: "Çalakiya ku em hevpar dikin di 22'ê Mijdarê de li Enqereyê mîitînga me heye. Jinên ku dixwazin beşdarî bibin îro saet di 24'an de ji Mecîdiyekoy a Stenbolê wesayîta me rabin. 23'ê Mijdarê de em ê tevlî çalakiya rûniştinê ya li qada Kadikoyê saet di 14.00’an de bin. 25'ê Mijdarê jî saet di 19.00’an de em ê tevlî meşa ji Tunelê heta qada Galatasarayê bibin."

Goksel çalakiya ku bi şîara “Ji Şengalê heta Kobanê ji jinên têdikoşin re azadî” pek bînîn jî wiha anî ziman: “23'ê Mijdarê de li Bagcilarê seat di 17.00’an de, 25'ê Mijdarê ji Stenbolê ji bo tevlî meşa ku li Pirsûsê bibin di 24'ê Mijdarê de wesayîte me ji bloka yekemîn duyemîn seyemîn ber bi Pirsûsê ve rê bikeve. Ji bo vê jî hevalê ku dixwazin herin ji saziyên HDP û DBP’ê karin agahiya berfireh bigirin.” 

Goksel di dawiya axaftina xwe de ragihand ku ew ji bo li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bisekinin bang li hemû jinan dikin ku tevlî çalakiya Pirsûsê bibin.