Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina heftane pêk bîne serî li dozgeriyê dan. Lê bi hinceta "rewşa hewayî" hevdîtina parêzeran hate astengkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bûrsayê dan. Serlêdana parêzeran bi hinceta "rewşa hewayî" hate redkirin û hevdîtin careke din hate astengkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de çûbûn Îmraliyê. Parêzer 538 rojin nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi Ocalan re hevditin pêk bînin. Parêzeran heta niha ji bo hevdîtinê 150 caran serî li dozgeran da, lê her tim bi hinceta keştî xerabe ye, muxalefeta hewayê heye hatin astengkirin.
Lê do birayê Ocalan Mehmet Ocalan û xizmên girtiyên dî yên ku li girtingeha Îmraliyê tên girtin, ziyaret kiribûn.