DMME’yê ji bo serlêdanên doza Cizîrê wê bicive

DMME’yê wê ji bo serlêdanên êrîşên qirkirinê yên di dema berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîrê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin, 13’ê Mijdarê rûniştinekê pêk bîne.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ragihand ku wê ji bo serlêdanên êrîşên qirkirinê yên di dema berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîrê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin, 13’ê Mijdarê rûniştinekê pêk bîne. DMME’yê di nameya ji bo parêzerên serlêdan kirî şand de, bi biryara amîrên milkê ku ji ber qedexeya dema derketina derve ya li Taxa Nûr a Cizîrê, bê ku binegehekî qanûnî hebe bi hinceta girtina di nava malê de, ji bo serlêdana li ser navê Omer Elçî yê mafê jiyanê, azadî û ewlekariyê hatî îxlalkirin û Orhan Tunç ê di encam gule reşandinê de birîndar bibû û ji bo rê nehate dayîn ku ambûlans biçe, tevî biryara tedbîrê ya dadgehê jî jiyana xwe ji dest da hatî kirin wê 13’ê Mijadara 2018’an roja Sêşemê saet 09:00’an li Strasboûrgê birûne û wê danişînekê pêk bîne.

Biryar wê piştî vê rûniştinê bên nivîsandin, wê ji bo serlêdanên din ên ji bo hikûmet û di dema qedexeyê de ji bo dadgehê hatî kirin wê biryar li ser bigire.