DMME: Tirkiyê hiqûqa şer binpê kir
DMME: Tirkiyê hiqûqa şer binpê kir
DMME: Tirkiyê hiqûqa şer binpê kir
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara xwe ya der barê bombekirina gundên Kûşkonar û Koçagili yên Şirnexê ji aliyê balafirên şer ve Tirkiye bi 2 mîlyon û 305 hezar Euro tazmînatê mehkûm kir, ji aliyan re ragihand. DMME di biryara xwe de diyar kir ku Tirkiyê Peymana Cenevre ya hiqûqa şer destnîşan dike, binpê kiriye. Parêzerê gundiyan Tahîr Elçî anî ziman ku biryar biryareke nû û yekemîn e. DMME ji Tirkiye xwest, heta 26'ê Adara 2014'an kiryarên bûyerê tespît bike û pêvajoya darizandinê bide destpêkirin.
DMME biryara xwe ya ji 85 rûpelan a der barê doza bombekirina du gundên Şirnexê yên sala 1994'an ji aliyê balafirên şer ve, ku di encamê de 38 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, ji aliyan re ragihand. Di biryara bi Tirkî hat wergerandin de hat destnîşankirin ku Tirkiyê ne tenê hin xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê di heman demê de xala 3. a hevpar a Peymana Cenevreyê ya Navneteweyî jî binpê kiriye.
Parêzerê gundiyan Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî biryara DMME nirxand û anî ziman ku di biryara wan lêkolîn kirine de gelek hêmanên nû hene.
DMME: TIRKIYÊ HIQÛQA ŞER BINPÊ KIR
Elçî ragihand ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li gel Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku destûra wê ya bingehîn e, bal kişandiye ser xala 3. a hevpar a Peymana Cenevreyê, ku belgeya bingehîn a hiqûqa şer a navneteweyî ye û ev xal weke normeke bingehîn di biryara xwe de qeyd kiriye.
Elçî diyar kir ku DMME xala hevpar a 3. a Peymana Cenevreyê ya hiqûqa şer û pevçûnan destnîşan dike, weke metna bingehîn di biryara xwe de bicih kiriye û got, "Dadgehê di biryara xwe de hikum daye ku bombekirina du gundan di sala 1994'an de bi awayekî zelal li dijî hiqûqa mirovî ya navneteweyî û hiqûqa pevçûnê ya ne xwedî wesfa navneteweyî ye. Ev yek ji bo DMME demeke nû, biryareke nû ye."
ELÇÎ: EV BIRYAR BIRYAREKE NÛ Û YEKEMÎN E
Elçî anî ziman ku DMME bi vê biryarê re peyameke gelekî girîng daye Tirkiye ku welatekî endamê wê ye. Elçî destnîşan kir ku DMME bi vê biryarê re mesaj daye Tirkiyê ku di çalakiyên bi vî rengî de hîn bêtir baldar be, dema bûyere bi vî rengî qewimî tavilê bi bandor lê bipirse.
Elçî got, "Cara yekemîn e dadgeheke navneteweyî belgeyeke navneteweyî tîne bîra Tirkiyê. Belgeya hiqûqa şer û pevçûnan. Ev gelekî girîng e. Heta niha organîzasyoneke navneteweyî biryarek nedabû ku Tirkiye peymaneke navneteweyî ya hiqûqa şer û pevçûnan binpê dike. Lewma ev biryar biryareke nû û yekemîn e."