DMME di doza Nezîr Tekçî de Tirkiye tewan bar kir
DMME di doza Nezîr Tekçî de Tirkiye tewan bar kir
DMME di doza Nezîr Tekçî de Tirkiye tewan bar kir
DMME’ê di doza Nezîr Tekçî yê ku pêş 18 salan dema şivantî dikir li Geverê hate winda kirin û cesedê wî bi mayînê hate parçe kirin de Tirkiye di binpê kirina mafan û lêpirsîna rast pêk ne anînê de tewan bar kir. Tirkiye bi dayina 66 hezar Euro’an tewan bar kir.
Nezir Tekçî yê ku li gundê Yekmal yê navçeya Colemêrgê Geverê şivantî dikir di sala 26’ê Nîsana 1995’an de ji aliyê Tabura Komando a Bolu Dag’ê ve hate binçav kirin û êdî ti agahiyek jê ne hat girtin.
Li gorî gotina şahidan Tekçî destpêkê bi guleyan hate qetil kirin û piştre jî cesedê wî yê bê rûh bi mayinan hate parçe kirin.
Babê Tekçî Halîl Tekçîn di sala 1997’an de serlêdana dozgeriya leşkerî kir lê biryara biryara “demeke kurt de ji bo gihiştinê cih nîne” hat dayîn.
Babê Nezir Tekçî Halît Tekçî, dayika wî Ayşe Tekçî û xûşk û birayên wî Sûleyman Tekçî, Sara Tekçî, Havva Tekçî, Loqman Tekçî, Osman Tekçî, Salime Tekçî, Abdurrahman Tekçî, Asya Tekçî, Mehmet Tekçî û Omer Tekçî piştî ku hemû rêyên huquqê li pêş wan xelas bûn serî li DMME’yê dan.
DMME’yê îro girêdayî serlêdana malbatê biryar îro da. Li gorî biryarê Tirkiye li gorî Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewropa a “mafê jiyanê” pêk tîne di binpê kirina madeyê wê yê 2. De û girêdayî boyerê lêprisîna pêwist nekiriye tewan bar hate dîtin. Tirkiye wê 65 hezar Euro tezmînata nirxî, 1,150 Euro ji bo mesrefa hatiye kirin bide malbatê.
Di derbarê Albayê teqawît bûyî Alî Osman Akin li gel Yarbay Kemal Alkan ku biryara lêxistina Tekçî dane sala bûhrî li Mehkemeya Cezayê Giran a Colemêrgê doz hatibû vekirin.
Girêdayî qetil kirina Nezir Tekçî bi boneya ‘parastinê’ 1. Mehkemeya Cezayê Giran a Eskîşehîr piştî 18 salan ji nûde biryara keşifkirinê da. Piştî keşifa ku di 22’ê Mijdara 2013’an de hate kirin hestiyê mirov, kovanên guleyan û parçeyên cilan hatin dîtin.
Rûniştina piştî vê a doza Tekçî di 5’ê Adara 2014’an de ye.