DKP/BOG, Şoreşa 19'ê Tîrmehê silav kir  

Fermandariya Rojava ya DKP/BOG, şoreşa Rojava silav kir û got, "Li dijî faşîzma Qesrê wê bi şêwaza şerê şoreşgerî encam bê girtin."

Fermandariya Rojava ya DKP/BOG’ê, bi boneya savegera şoreşê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Beriya niha 6 salan, Tevgera Azadiya Kurdistanê bi lehengiyeke mezin, li Rojava rê li ber pêleke şoreşgerî vekir. Rizgarkirina Kobanê ya destpêka Şoreşa Rojava, niha jî bû sedem ku şoreşa Tirkiyê ji opurtînîzmê biqete. Ev her du pêlên şoreşî, îro li ser vê zemînê ji bo Şoreşa Yekbûyî ya Gelan bilind bike, hêz didin."

'DEWLETA TIRK BÊÇARE YE'

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, "Li hemberî hemû lîstok û dafikên emperyalîst û dagirkeran, Şoreşa Rojava, îro li ser piyan e û ev jî nîşan dide ku li xaka Tirkiyê jî serketina Şoreşa Yekbûyî dikare pêk bê. Lewre dagirkeriya faşîst a TC’ê û mêtîngeriya emperyalîst, her tim dixwaze Rojava û Başûr veguherîne qada şer. 

Lê belê dewleta Tirk ketiye bêçaretiyekî. Lewma li aliyekî şoreşa Kurd li dagirkeriya TC’yê xwîn dide vereşandin, li aliyê dîtir gelê Kurd li hemberî hemû dek û dolaban, HDP derxiste pêşberî siyaseta Tirk a înkarger û tuneker."

'DIVÊ HÊRSA HEYÎ VEGUHERE ŞÊWAZA ŞERÊ ŞOREŞGERÎ'

Fermandariyê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Di heyama pêş de peywira sereke ya proleter, kedkar, gelê Elewî, ya jinan ew be ku hêrsa xwe ya civakî nemaze di dorhêla serpêhatiyên ku ji sextekariyên desthilatdariyê yên di hilbijartina dawî de kirî, derxistî bi şêwaza şerê şoreşgerî bilind bike û ber bi serketinê ve bimeşe."