Dizî û nelirêtiya qeyûm li Wanê hate tehşîrkirin

Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê û navçeyên wê yên ji erkê hatine girtin û li şûn wan qeyûm hatiye danîn têkildarî dizî û nelirêtiyên qeyûman ên di nava 10 mehan de kiribû eşkere kir.

Piştî hilbijartina 31’ê Adara 2019’an û şûnde 19’ê Tebaxê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û piştre jî hemû şaredariyên naveyê ya HDP’ê hatin dagirkirin û li şûna hevşaredaran qeyûm hatin danîn.

Hevşaredarên ku ji erkê hatine girtin û li şûna wan qeyûm hatine erkdarkirin, bi daxuyaniyeke ya çapemeniyê raporek li ser qeyûman amade kiribû parve kir.

Daxuyaniya ku li avahiya HDP’ê ya Wanê pêk hat, Hevşaredarên HDP’ê yên Wanê Oznûr Bartîn, Parlementerên Wanê Mûstefa Avci, Hevşaredarên navçeyan, endamên Meclîsa Şaredariyê û gelek kes tevlî bûn.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstefa Avci yê daxuyanî xwend bal kişand ser Parka AVM, testîsên berhemên hişk, dîwarê goristanê yê ku hê temam nebûyî dayîna pereyê wê, dizîna Parkomatê, parka Kocaelî ya dayî hevkarên xwe, ne bibîran girtina kar, VATOŞ, Navenda Çanda Nûda ya bûye xirbe.

Avci diyar kir ku Parka AVM a piştî xebatên 10 salan û şûnde beriya hilbijartina 2019’an bi şovekî mezin hate vekirin, li ber deyn dan SGK’ê.

Avci anî ziman ku tesîsa çopê ya ji aliyê Hevşaredarê demê Bekir Kaya ve hate destpêkirin, hê di dema îhaleyê de bû qeyûm hate danîn. Avci diyar kir ku tesîs bi modela avabike-bikarbîne-dewir bike ji bo 25 salan da fîrmayekê. Zeviya ku di dema îhaleyê de bê ku li ser navê şaredariyê bê kirin temam bû. Avci destnîşan kir ku tesîsa ku hate çêkirin, bi awayekî ne aîdî şaredariyê li ser parçe erdekî yê aîdê yeke din bi şeklekî qaçax derket holê.

Avci got ku parkên wesayîtan ên ji aliyê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê sala 2018’an kete meryetê û ji bo karkirina vê jî fermana bikaranînê ji bo salekê daye şirketa Belvanê.

Avci bal kişand ser dengê bertîlê ya li ser înternetê hatiye parvekirin û got: “Di sala 2019’an de qeyûm ê hate ser kar karê wî yê yekem ew bû ku Ulker Cem Kaplan û Orhan Gulaçar ên dema şaredarî di destê wan de ji ber bertîlxweriyê ji erkê hatibûn girtin, girtin kar.”

Herî dawî avci anî ziman ku yek ji karê qeyûman ê destpêk kirin hedefkirina destkefiyên jinan bû.