Diz ket mala dozgerê dosya komkujiya Parîsê dişopand

Diz ket mala dozgerê dosya komkujiya Parîsê dişopand

Hinek kes yan jî kesên nasnameya wan nediyar ketin mala dadgerê antî-terorê Jeanne Duye ku dosya komkujiya Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileyê li Parîsê qetilkirin dişopand. Di ketina mal de laptopa dosyayên “hesas” têde dizîn.

Bûyer di 23’ê Îlonê rûda. Di nûçeya ku di rojnameya Parisien de cih girt da diyarkirin ku, di mala dadgerekî ku di Şûbeya Antîteror ya Dadgeha Asliye de peywirdarbû dizî hatiye kirin. Rojnameyê ragihand ku, diz yan jî dizên ketine malê bêy ku bizorê derî vebikin ketine hundir û laptopa dosyayên dadger dişopandin dizîne. Lê belê di nûçeyê de navê dadger neda.

Rojnameya Le Monde jî heman nûçe girt. Li gorî nûçeya 25’ê Îlonê di Le Fîgaro de derbazbû, navê dadgerê di mala wî de dizî çêbûyî aşkera kir. Dadgerê ketina mala wî Jeanne Duye ye. Beriya vê nêzî salekê tayînî şûbeya antî-terorê hate kirin.

Le Fîgaro binûçeya “Diz kete mala Duye ku ev saleke li Galeresiya Saint Eloi dadgere û laptopa wî a hemû dosyayên dozê têde qeyd kirîne dizî. Bitaybet li ser dosya ‘sabotaj’ Tarnac SNCF dixebitî” ji rayagiştî re ragihand.

Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê jî balkişande ser ku, vî dadgerî dosya komkujiya Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyala Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, dişopand.

Li gorî Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê serlêdana parêzerên malbata her sê jinên Kurd ya “Di derbarê Omer Guney de beriya bûyerê meqamên îdarî ên Fransayê guhdarkirinek yan jî şopandinek hatiye kirin yan na, ev mijar bê hûrkolîn kirin” ji aliyê dadgerên dosyayê dişopînin ve 20’ê Îlonê hatibûn redkirin. Piştî 3 rojan bûyera ‘diziyê’ ku ketin mala dadger Duye û tenê laptopa wî a şexsî birin, ev bûyereke ku gûmana çêdike, her wiha  di vê bûyerê de gelek pirs hene ku pêwîste Fransa bersiva wan bide.