Diyar Xerîb û berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Londonê hatin bibîranîn

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb û berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li paytexta Îngilistan Londonê hatin bîranîn.

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Londonê hatin bîranîn.

Piştî nîşandana sînevîzyona der barê jiyana Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê, Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Ercan Akbal, nûnerên Tevgera Jinê, YNK û Partiya Goran, Hîndekarê Zanîngeha Silêmaniyeyê Şivan Abdullah Hamed axivîn.

Ercan Akbal diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk wê bi berxwedaneke topyekûn bên têkbirin, di heman demê de divê têkoşîn li dijî xiyaneta navxweyî bê meşandin û got, "Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi piştevaniya xiyaneta navxweyî êrîşên dagirkeriyê didomîne. Di hedefa van êrîşan de ne tenê Qendîl heye, êrîş li dijî Qendîlê, Rojava û Başûrê Kurdistanê ye. Divê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê bibîne ku êrîş li dijî tevahiya Kurdistanê ye li dijî dewleta Tirk û hevkarên wan têkoşîn bê meşandin. Êrîşên dagirkeriyê li dijî hebûna gelê Kurd e û divê gelê Kurd jî bi hev re li dijî van êrîşan tevbigere."

Nûnerên YNK û Goran jî destnîşan kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk divê têkoşîneke hevpar bê meşandin û gotin, êrîş li dijî tevahiya Kurdistanê ne.

Piştî axaftinan hunermend Sevîm Aslan hunera xwe pêşkêş kir.