Diyar bû bê ka çima qedexeya hevdîtinê dane Ocalan
Diyar bû bi hinceta ''Nexşerê''ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî DMME'yê qedexeya hevdîtinê dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Diyar bû bi hinceta ''Nexşerê''ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî DMME'yê qedexeya hevdîtinê dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Diyar bû bê ka çima ji bo 6 mehan qedexeya hevdîtinê bi parêzeran re dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim. Dadgeriya Înfazê ya 2'yan a Bûrsayê ji 23'yê Îlonê pê de ji bo 6 mehan qedexe kiribû ku parêzer miwekîlê xwe bibînin.
Qedexeya hevdîtinê ya bi hinceta xala 59'an a qanûna bi hijmara 5275'an hatî standin li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hate standin. Hincet jî ew bû ku cezayê hucreyê yên ku derheqê Ocalan û 3 navên din ku di navbeyna salên 2005-2009'an de hatibû dayin, her wiha biryara Lijneya Disîplînê ya Mafê Mirovan a derheqê 'Nexşerêya' 156 rûpelî ku 2009'an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) weke hincet hate nîşandan.
Biryara dawî ya qedexeyê ji 20'ê Tîrmeha 2016'an û wir ve bû qedexeya 5'an a hevdîtinê.
Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve heta 2'yê Gulana 2019'an parêzerê xwe nedîtibû, li ser çalakiyên girêva birçîbûnê ku li hemû girtîgehan berbelav bûbû 2'yê Gulana 2019'an parêzerê xwe dîtibû.
Ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve çi xirab çi baş ti bersivekê nadin serlêdanên ji bo hevdîtinê.