‘Dixwazin faşîzma 12’ê Îlonê zindî bikin’

Serokê Komeleya 78’an a Amedê Ganî Alkan nerazîbûn nîşanî sererastkirina “Cilên yekreng” da û diyar kir ku ev pêkanîn ne li dijî girtiyên FETO’yê ye û hedefa sereke girtiyên Kurd û welatparêz in. 

Nerazîbûn û nîqaşên li dijî sepandina “cilên yekrengî” dewam dikin ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de (KHK) a hejmara 696’an derket. Serokê Komeleya 78’an a Amedê Ganî Alkan ê di 23 saliya xwe de ji doza PKK’ê li Girtîgeha Tîpa E a Amedê dihat girtin û şahîdiya salên 1982’an kiriye ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku faşîzma AKP/MHP’ê dixwaze faşîzma 12’ê Îlona 1982’an ji nû ve zindî bikin û got “Wê berxwedana girtîgehan jî dîrokê nû bike û ew ê bi ti awayî destûrê nedin ku sepandinên 12’ê Îlonê bînin serê girtiyan.”

‘PÊŞÎVEKIRINA ÊŞKENCEYÊ YE’

Alkan di destpêka axaftina xwe de 5 rêhevalên xwe bi bîr anî yên di berxwedana 30 Çileya 1984’an de dema faşîzma Kenan Evren de li hemberî “cilên yekrengî” li ber xwe dan û şehîd ketibûn û wiha axivî: “AKP welat ber bi aloziyeke mezin ve dibe. Bi KHK’yan hem vîna siyasî tine dikin û hem jî li dijî gelan, kedkaran û hemû baweriyan êrîşên bêhiqûq dikin. Em van pêkanînan ji pêkanînên Kenan Evren ên 12’ê Îlonê nas dikin. Sepandina kincên yekrengî êrîşa li dijî rûmeta mirovahiyê û civakê ye. Ev pêkanîn ne li dijî girtiyên FETO’yê ye û hedefa sereke girtiyên Kurd û welatparêz in. Dixwazin bi vî tiştî re pêşiya êşkenceyê vekin û Kurd çongan daynin.”

‘BERXWEDANÊ FAŞÎZM TÊK BIR’

Alkan da zanîn ku faşîzma AKP/MHP’ê dixwaze faşîzma 12’ê Îlonê 1982’an ji nû ve zindî bike û wiha pê de çû: “Armanca sereke şikandina rûmeta mirovahiyê ye û bi vê biryarê re dixwazin hemû girtiyên Kurd wekî sûcdar nîşan bidin. Di dema faşîzma Kenan Evren de jî zêdetirî du mehan berxwedaneke bêhempa dest pê kir û bi berxwedana çar Şoreşgerên Kurd Ferhat Kûrtay, Necmî Oner Eşref Anyik û Mahmût Zengîn û ev faşîzm têk çû. Heger ev faşîzm di girtîgehan de bikeve dewreyê, ew ê dîrok vegere salên berxwedan û têkoşîna Mazlûm Doganan.”

‘LI DIJÎ RÛMETA MIROVAN E’

Alkan got ku, “Pêkanîna 'cilên yekrengî' li dijî mafên mirovan û rûmeta mirovan e. Ev rêbaza cezakirinê ye. Piştî 12'ê Îlonê dema ev pergal xistin meriyetê bi sedan girtiyên Têkoşîna Azadiyê li dijî vê yekê li ber xwe dan û şehîd ketin. Bi Rewşa Awarte re Tirkiye aşkere bi rêveberiya faşizmê ve diçe. Bi vê yekê dixwazin vîna girtiyan bişkînin. Bi Rewşa Awarte re binpêkirina mafên girtiyan zêdetir bûye. Bi pergala ‘cilên yekrengî’ wê binpêkirina mafan zêdetir bibe. Em ê li dijî ‘cilên yek rengî’ têbikoşin.”

BANGA XWEDÎDERKETINÊ

Alkan di dawiya axaftina xwe de banga xwedîderketinê li raya giştî kir û got: “Divê civak ligel girtî û malbatên girtî cihê xwe bigire. Çawan berxwedêrên Kurd faşîzma Kenan Evren têk bir û niha jî dora berxwedanê ye. Faşîzma AKP/MHP’ê jî encax bi cesaret û berxwedanê wê têk biçe. Divê di her aliyê welat gel rabe li ser lingan û berxwedanê mezin bike.”