BI DÎMEN

Dixwaze di her şert û mercê de xizmeta şoreşê bike

Cîhan Elî a bi wêneyê Mazlûm Dogan ku li ser dîwarê mala wê daleqandiye Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike, di sala 2015'an de di pêngava Holê de birîndar dibe û niha di çalakiyên perwerdehiyê yên Kongra Starê de cih digire.

CÎHAN ELÎ

Malovaniya dayika wê ya ji bo civînên veşartî û bi rêya wêneyê Mazlûm Dogan şopandina jiyanê, bingeha nasnameya welatparêziyê ya Cîhan Elî ava kir. Cîhan Elî (28), jineke ciwan bû ku di sala 2015'an de tevlî Şoreşa Rojavayê dibe û di rêfên YPJ'yê de birîndar dibe. Piştî rêwîtiya xwe ya pênc salan ya bi YPJ'yê re, di sala 2024'an de ji bo azadiya civakê dest bi rêwîtiyeke nû kir û beşdarî xebatên Komîteya Perwerdehiyê ya Kongra Starê bû. Niha têkoşîna xwe bi vî awayî didomîne.

Cîhan Elî, di sala 1996’an de li gundê Digurkaya Dêrîkê ji dayik bû.  Cîhan bi saya diya xwe Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike û wiha behsa wê serdemê dike: “Welatparêzbûna malbatê, ji dilsoziya diya min a bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê tê. Li mala me wêneyek hebû. Min tim ji diya xwe dipirsî, "Ev kî ye?" Ji ber ku di binemala me de kesekî wiha tine bû. Ez zarokekê meraqdar bûm. Diya min negotibû ku ki ye. Gotibû, “Hinekî din mezin bibe piştre ez ê bibêjim.” Her wiha heval jî dihatin mala me.

Min fam nedikir ku çi diqewime.; lê belê ji ber ku dayika min nexweş bû ji min re digot ka ew ê biçin kîjan malan û min jî heval dibirin wan malan. Civîn çêdikirin. Helbet hêj min meraq dikir ka ew kesê di wêneyê de kî ye. Min bi berdewamî ji dayika xwe pirs dikir. Dayika min ne digot ew ê tên malê heval in ne jî ew wêneyê Mazlûm Dogan e. Ji bo wan digot "Ev jî mam û xalên te ne." Û wisa ser guhên xwe re diavêt. Ji ber ku rejîma Baasê, dixwest bi rêya zarokan agahiyan bi dest bixe. Diya min jî ji ber vê yekê nedigot ka kî ne. Helbet bi demê re emrê min mezin bû û ez jî beşdarî civînan bûm. Bi şahidiya axaftinên di civînan de min heval jî nas kirin û diya min jî êdî got ku ew wêneyê Mazlûm Dogan e û behsa têkoşîna wî kir."

SALA 2015’AN TEVLÎ YPJ’Ê DIBE

Cîhan Elî, Şoreşa Rojavayê wekî derfeteke mezin dibîne. Ew di 2015'an de azadbûna Kobanê wekî azadbûna jinan dibîne û bîranîn wê yên zarokatiyê li ber çavên wê şîn dibin û bi xwişka xwe Xezal Elî re biryar dide ku beşdarî refên YPJ'yê bibe. Cîhan Elî, kelecana xwe ya bi Şoreşa Rojavayê re jiyayî, wiha tîne ziman: “Kobanê rizgar bibû û li hin bajaran şer hêj berdewam bû. Nêzîktirîn hevala min Diljîn li Til Hemisê şehîd bibû. Rastiya dilşewat a şerî û welatparêzbûna malbatê, bivê nevê bandorek çêdikir. Min û xwîşka xwe me plan çêdikirin.

Me digot di vê rêyê de şehîdbûn, birîndarî û cudabûn heye; lê em xwedî biryar bûn. Bi awayekî bê tirs û bê hesab min û xwişka xwe me destê hevdu girt û em çûn baregeha YPJ'yê. Serdema perwerdehiya bingehîn, ew merhale bû ku bandoreke mezin li ser min kir û dilsoziya min xurttir bû. Dema min guhdariya rastiya Rêbertî, pirsgirêka malbat, jin û civakê, têkoşîn û tevgera jinan dikir, min ferq kir ku kesayeta min diguhere. Cîhaneke nû diafirî. Dema ez wan rojên civînan difikirim ku diya min bi awayekî veşartî mirov û jin komî hev dikirin, lihevkombûna bi dehan jinan û perwerde dîtina wan cihê kêfxweşî û hêviyê bû.

5 SALAN DI NAV YPJ'Ê DE CIH GIRT

Di sala 2015'an de piştî pêngava Til Hemisê pêngava Holê dest pê kiribû. Min kêm jî be di pêngava Til Hemisê de tecrubeyek bi dest xistibû. Hîn ez û xwîşka xwe bi hev re bûn. Ya rastî me hevdu re digot ne rast e ku em bi hev re bimînin lê belê me nedixwest em ji hev cuda jî bibin. Em ber bi dawiya pêngava Holê hatibûn. Hol ji çeteyan hatibû paqijkirin; lê belê diviyabû malên ku çeteyan wekî mewzî bi kar anî bihatana kontrolkirin. Em gihîştibûn merheleya dawî. Tenê du sê mal mabûn. Di dema kontrolkirina malekê de bombeyeke mezin teqiya. Bihêztirîn mekanîzmaya parastinê ya çeteyan çalakiyên sabotajê bûn. Hem di parastinê de hem jî di êrîşê de bi kar dianîn.

Li ber deriyê malê bombeyeke mezin danîbûn. Bi vebûna derî re bombe teqiya. Ez li ser hişê xwe bûm. Bombe teqiya bû û her yek ji me bi aliyekê ve çûbû; lê hevalên birîndar bûyîn digotin "Berxwedan jiyan e." Em bi giranî birîndar bibûn û berxwedana hevalan û dirûşme bandor li min kiribû. Tevî êşa xwe dirûşme berzdikirin. Ew dirûşme bûbûn sedem ku di wê kêliyê de werim ser hemdê xwe û xwe bernedim. Şehîdbûna hevalan û berxwedana birîndaran, tevî ku ez bi giranî birîndar bibûm jî bûn sedem ku ez li refên YPJ'yê têbikoşim. Heta sala 2021'ê jî min di YPJ'yê de cih girt. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ez sê salan bi pêvajoya xwe ya tedawiyê re eleqedar bûm.'

‘EM Ê BIRÊXISTINBÛNÊ BIHÊZTIR BIBIN'

Cîhan Elî, piştî sê salan di çalakiyên Komîteya Perwerdehiyê ya Kongra Starê de cih girt. Cîhan Elî ku bi çalakiyên perwerdehiyê têkoşîna xwe didomîne axaftina xwe bi van gotinan didomîne: "Ez demeke dirêj di nava hêzên leşkerî de mabûm. Min qet di xebatên qada civakî de cih negirtibû lê belê ez amade bûm ku di hemû qadên xizmeta têkoşîna rizgariyê didin de cih bigirim. Edî min ferq kiribû ku têkoşîn ne tenê ji hêza fîzîkî pêk tê. Ez gihîştibûm wateya şer û têkoşînê. Min hay jê hebû ku bêyî şer em ê azad nebin, lê belê aliyekê şoreşê jî xwerêxistinkirin bû. Çalakiyên xwerêxistinkirinê li ku bin Rêbertî jî li wir e. Ji bo azadiya jinê, azadî û ronahiya civakî xizmeta şoreşê dikim. Ez dixwazim wekî Şehîd Sara, Şehîd Bêrîtan û Zîlanê bibim jineke têkoşer. Her gava ku ez têkoşîna wan dixwînim û guhdar dikim xwe bihêztir hîs dikim û dixwazim bi awayekî bihêztir beşdarî jiyana wan bibim. Têkoşîna her yekê ji wan îradeya min xurt dike."