'Dîwarekî din ê şermê' li sînorê Bûlgarîstan-Tirkiyê!
'Dîwarekî din ê şermê' li sînorê Bûlgarîstan-Tirkiyê!
'Dîwarekî din ê şermê' li sînorê Bûlgarîstan-Tirkiyê!
Bûlgarîstanê, li dijî herikîna koçberan li ser sînorê Tirkiyê dest bi lêkirina dîwêr kir. Bi dîwarê ji 33 kîlometreyî yê tê payîn di meha Sibatê de biqede, tê xwestin pêşî li derbasbûna penaberên Sûriyeyî bo Ewropayê bê girtin. Lê belê saziyên penaberan di wê baweriyê de ne ku dîwar dê nikaribe pêşî li koçberiyê bigire, lê dê jiyana paneberan têxe xeteriyê.
Piraniya penaberên ji şerê navxweyî yê Sûriyê direvin û dixwazin xwe bigihînin Ewropayê, serî li rêya Bûlgarîstanê didin. Hat ragihandin ku ji destpêka sala 2013'an û pê ve 11 hezar penaberên ji Sûriyeyê, piştî rêwîtiyeke bi zehmet sînorê Tirkiyê derbas kirin û xwe gihandin Bûlgarîstanê. Tê gotin rojane nêzî 100 Sûriyeyî derbasî Bûlgarîstanê dibin. Hikûmeta Sofyayê jî ji bo pêşî li vê rewşê bigire, ewlekariya sînor zêde dike.
Wezîrê Parastinê Angel Najdenow jî da xuyakirin ku ji bo herikîna koçberan asteng bikin wan li ser sînorê Tirkiyê dest bi lêkirina dîwar kirine. Wezîrê Bûlgar anî ziman ku li herêmên sînor baş nayê kontrolkirin dê bi 33 kîlometreyan dirêj dîwar bê lêkirin û tevî dîwar wê yekîneyên taybet ên polîs û leşkeran ewlekariya sînor bikin. Di mehên derbasbûyî de li herêmeke nêzî Orestîada ya Yewnanîstanê, ku weke nuqteyeke derbasbûnê ya penaberan tê zanîn, dîwarekî ji 12.5 kîlometreyî hatibû lêkirin.
Ev dîwarê ku hikûmeta Bûlgar plan dike di meha Sibatê de biqedîne wê bi 4 mîlyon Euro'yî bê çêkirin. Lê belê saziyên koçberiyê yên navneteweyî di wê baweriyê de ne ku dê dîwar nikaribe pêşî li herikîna koçberan bigire. Komîseriya Penaberiyê ya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) jî da xuyakirin ku piştî lêkirina dîwar, dê penaber serî li rêyên hîn bêtir xetere bidin. UNCHR her wiha destnîşan kir ku dîwar dê bi kêrî karê mişextvanên mirovan bê û hikûmeta Sofya hişyar kir.
‘BILA PENABERÊN SÛRIYEYÎ NEYÊN VEGERANDIN’
Hêzên ewlekariyê yên Bûlgar bi taybetî di mehên dawî de dest bi astengkirina hatine penaberan kirin. Lê belê Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres bang li Bûlgarîstan û Yewnanîstanê kir ku Sûriyeyiyên ji şerê navxweyî yê li welatê xwe direvin, venegerînin. Her wiha Mîchele Cercone berdevka endama Komîsyona Ewropa ya ji karên hundir berpirsyar Cecîlîa Malmstrom da xuyakirin ku vegerandina penaberan li dijî hiqûqa Yekitiya Ewropa û navneteweyî ye û her du welat hişyar kir.
Rayedara Yekitiya Ewropayê Cercone anî ziman ku di warê neçareseriya dîwar de wan hişyarî dane û got, "Divê li hemberî herikîna koçberan, çareseriyeke mayînde bê dîtin. Dema ev were kirin jî pêwîste welatên endamên Yekitiya Ewropayê li gorî berpirsyariyên xwe yên ji yekitiyê, navneteweyî û mafên bingehîn, bicih bînin."
PENABER DI ŞERT Û MERCÊN GIRAN DE DIJÎN
Di nava endamên Yekitiya Ewropa de welatê herî xizan Bûlgarîstan e. Penaberên tên vî welatî, di şert û mercên giran de dijîn. Hikûmeta Sofya ku mehane 5 mîlyon Euro butçeyek ji penaberan veqetandiye, gelek caran ji Yekitiya Ewropayê daxwaza alîkariya lezgîn kiribû. Komîsyona Ewropayê, ji bo li deriyên ketina parzemînê li dijî penaberan tedbîr bên girtin Bûlgarîstan, Yewnanîstan û Qibris weke herêmên krîzê îlan kir.
Saziyên alîkariya penaberan jî alîgirin ku Ewropa li hemberî krîza penaberiyê tedbîrên însanî bigire. Saziyan ji hikûmetan xwestin ku qanûna penaberiyê biguherînin û cihêkariya dixe navbera penaberan ji holê rakin. Saziyên mijara gotinê dixwazin mirovên ji qadên şerê navxweyî yên mîna Sûriye, Iraq û Afganîstanê tên, bi tenê neyên hiştin.
Li gorî daneyên Frontex (Yekîneya Ewlekariya Sînor a Yekitiya Ewropayê) ku ji bo astengkirina hatina koçberan bo welatên Ewropayê hat avakirin, nêzî nîvê penaberên li parzemînê serlêdana penaberiyê dikin, di ser Tirkiyê re tên.
Welatên Yekitiya Ewropayê diyar dikin ku piştî zêdekirina kontrolên li Derya Spî, penaber di ser Tirkiyê re bi rêya bejahî derbasî Yewnanîstan û Bûlgarîstanê dibin. Li Tirkiyê di nava 15 salên dawî de 271 mîlyon biyanî hatin welêt, di heman demê de 266 mîlyon jî welat terikandin.