'Diviyabû Hakî li Kurdistanê bihata veşartin'

Me nekarî li Kurdistanê veşêrin. Me got, 'qet nebe em gora wî ji mermerê Kurdistanê çêbikin û me ji mergerê Erzînganê çêkir. Piştre me bihîst ku faşîstan gor xera kirine. Ya rast û ya herî bedew ew bû ku me ew li Kurdistanê veşarta.

Di Nîsan û Gulana 1977'an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi "Sefera Kurdistanê" dike. Diçe Agirî, Qers, Dersim, Dep, Amed û Dîlokê û bi sempatîzanan re civînan dike. Ev civîn nîşan didin ku kom gav bi gav vediguhere tevgereke siyasî. Piştî ku kadro ketin nava liv û tevgerê, kom jî êdî tê naskirin û di nava gel de bi navê "Apocî û Artêşa Rizgariya Neteweyî" tên naskirin. Kom ji aliyekî ve zû mezin dibe, li aliyê din dibe hedefa dewletê. Sala 1977'an, Hakî Karer ê ji Derya Reş ku Ocalan ji bo wî dibêje "ruhê min ê veşartî", li Dîlokê ji aliyê hêzên dewletê ve tê kuştin. Ocalan piştî vê cînayetê biyara "partîbûnê" digire û destnîşan dike ku PKK "rêxistinbûna ji bo bîranîna Hakî Karer" e. PKK'ê weke "Partiya Şehîdan" îlan dike.
Di ser şehadeta yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer re 41 sal derbas bûn. Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan li ser kuştina Hakî Karer û hilanîna tola wî axivî.

We bi Hakî Karer re li ku kar kir? Hûn dikarin qala bîranînên xwe yên wê wextê bikin?

Em bi hev re li Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Enqereyê û ADYOD'ê xebitîn. Li malên li Dîkîmevî û Anittepeyê em bi hev re man. Ez çûm Ordû-Ûlûbeyê û min malbata wî nas kir. Yekane kesê ku di nava PKK'ê de çû gundê me û malbata min nas kir hevalê Hakî Karer bû. Di havîna 1976'an de demeke kin em li Edeneyê bi hev re xebitîn. Piştre ew li Dîlokê, ez jî li Amed û Mêrdînê xebitîm. Hevalê Hakî hevalekî welê bû ku taybetmendî û zimanê herêmî pê re hebû. Mirovekî cidî û xwedî dîsîplîn bû. Lê ji mîzahê jî hez dikir. Carna dema bi hevalan re diaxivî digot 'Emmîceoglû" (pismam). Yên li cem xwe aciz nedikr. Bi dengekî xurt diaxivî. Mirovekî pak û paqij bû. Mala ku lê dima, ji ber ku cihekî çûn û hatinê bû, gelek tişt li wir dihatin hiştin û ji wir dihatin girtin. Qet xwe ji ber vê yekê aciz nedikir. Berevajî, gelek tişt dişuşt, ya jî sererast dikir û bi vî rengî dikir ku bê bikaranîn. Li dij bû ku kinc û xwarina zêde bê kirîn. Yên kevn dişuşt, didirût û li xwe dikir. Fîzîka wî ne qelew bû, yekî xurt û atletîk bû. Carekê li dibistanê komeke mezin a faşîstan bi kêrê êrîşî wî kir. Wî kom ji hev belav kir. Faşîstan di nava xwe de ji bo wî digotin, "Ev çûye Fîlîstînê, perwerdeya leşkerî dîtiye". Jê ditirsiyan û xwe jê vedigirtin.

Çûbû Fîlîstînê?

Halbûkî neçûbû Fîlîstînê, li ti cihî jî perwerdeya leşkerî nedîtibû. Li Edeneyê em her du bi tenê bûn. Me herêm û civak baş nas nedikir. Lewma me li taxa ku Kurd lê diman malek kirê kir. Êvarekê dema em hatin malê, me dît ku cîranan nivînên me avêtine. Em hişyar kirin ku yên malbata xwe tine be nikare li wir xanî kirê bike. Me li Edeneyê bi hev re karkerî kir.

Çend rojan em ketin karê kirêcê, her devera me şewitî. Armanceke me ji karkeriyê jî ew bû ku em karkeran nas bikin, têkiliyê bi wan re deynin û bi rêxistin bikin. Serê sibehê em diçûn bazara karkeran, heta wextekê li wir bi karkeran re diman û piştre diçûn kar. Piştî çend rojan me dît ku mirovên ji gelek komên çep tên bazara karkeran. Haya wan ji me çêbûbûn û ew jî ji bo birêxistinkirina karkeran hatin wê derê. Lê belê armanca wan ne kar bû. Bi navê karkeriyê ew heta karker diçûn kar li cem wan diman, bi wan re diaxivîn û piştre diçûn mala xwe. Piştî ku ev rewş hate fêhmkirin, teşhîr bûn û li derve man. Ji ber ku em her du jî bi Kurdî nizanîbûn, me nikarîbû karker hilbijarta. Pîvana me ew bû ku karker ji bajarên Kurdistanê bin. Me giranî didan ser karkerên ji bajarên Kurdistanê. Em bi wan re eleqedar dibûn û me hewl didan nasnameya wan bigirin. Bi vî rengî em bi çend karkerên ji Mêrdînê re bûn dost û me adresa wan a li Mêrdînê girt. Hevalê Hakî li Dîlokê ma, ez jî çûm Mêrdînê û ez li adresa ku dost û hevalên dan me geriyam. Min dît ku ev adres ên Estellî û Mihelmiyan e (Ereb). Her wiha ne çepgir jî bûn, ji derdoreke rastgir in. Saetekê ez bûm mêvanê wan û piştre ji wir çûm. Dema ku min ev rewş piştre ji hevalê Hakî re got, gelekî pê keniya.

Hakî Karer û Kemal Pîr du ji damezrînerên tevgerê ne. Têkiliya navbera Hakî û Kemal çawa bû?

Bersiva ji bo vê pirsê zehmet e. Ji ber ku gelekî zehmet bû ku her du li gel hev bên dîtin. Bawerim li cihê ku yek lê bû, pêwîstî bi yê din nedima. Ji ber ku yekî ji wan têrê dikir ku karên pêwîst bikin. Lewma mîna ku di navbera wan de bi rengekî xwezayî kar hatiye dabeşkirin, tevdigeriyan. Li mala li Bahçelîevlerê demeke dirêj bi hev re mane, bi hev re xwendine, nîqaş kirine, perwerde dîtine û hev baş naskirine. Mîna xelîfe û hewariyan, mîna ku biryar dane nêrînên Rêber Apo belav bikin û bi rêxistin bikin.
Hevalê Hakî mal û perwerde bi rêxistin dikir û bi rê ve dibir. Hevalê Kemal jî nikarîbû li cihekî bisekine, timî di nava liv û tevgerê de bû. Timî çalakî dikir. Qet nayê bîra min ku ew li gel hev man. Ji ber ku demeke gelekî kin li cem hev diman. Nizanim bê der barê hev de çi difikirîn ya jî çi bi hev re diaxivîn.
Lê belê cenazeyê hevalê Hakî şevekî li mala wan a li gund ma. Ji ber ku dereng hat, veşartina cenaze ji sibeha din re hate hiştin. Weke hevalên li wir me nobed li ber digirt. Kemal Pîr xwest ku li malê li ber cenaze hinekî biaxive. Ji min re got, ji hin hevalên din re got, kesî ji me qebûl nekir ku biaxive. Di wê atmosferê de me nikarîbû du hevokan li hev bînin û biaxivin. Li ser vê yekê Kemal Pîr bi xwe xwest biaxive. Dema li cenaze nihêrî got, "Ev zilam". Cara duyemîn heman tişt dubare kir; xuya bû ku gotin di ber wî de mabû, nekarî dewam bike, rabû û ji odeyê derket. Bawerim eger karîbûya biaxiviya wê bigota, "Ev zilam ne yekî ji rêzê ye, karê ku mohra xwe li dîrokê bixe kir, dest bi meşeke mezin kir'. Û wê kesayetiya mezin a Hakî Karer û wateya mezin a şehadeta wî raxistibûya ber çavan.

Sê roj piştî civîna li Dîlokê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî tevlî bû, Hakî Karer hate kuştin. Çima Hakî kirin hedef? Kê ew kir hedef? Armanca kujeran çi bû?

Ne piştî sê rojan, eger ne şaş bim piştî deh an jî duhanzdeh rojan bû ku hevalê Hakî kuştin. Yên ku ew kuştin, xwe weke komeke Kurd nîşan dida. Ji wan re "Beş Parçacilar" (pênc parçevan) dihate gotin. Kurdistana sor a li ermenîstanê jî weke parçeyekî didîtin. Yekî bi navê Alaattîn Kapan serkêşî ji wan re dikir û ev kes teqez ajan-provokator bû. Yek ji wan kesan bû ku 1'ê Gulana 1977'an li Taksîmê komkujî kir. Hevalê Hakî dema em li Edeneyê bû nas kir. Rojekê xwest li TOB-DER a Edeneyê biaxive û demekê bi hevalê Hakî re axivî. Dûre dest ji wî berneda. Eşkere bû ku ew nas kir û ji aliyê MÎT'ê ve hate nirxandin û lîsteya reş hate bicihkirin. Yên ku biryar dan û komkujî kirin teqez MÎT bû. Yanî dewleta TC ev biryar da û bi cih anî. Di asta propagandayê jî de be, ji vê koma ji bo azadiya Kurdistanê tevdigeriya ditirsiyan û dixwest yekser pêşî lê bigirin. Yanî bi komkujiyê bersiv dan propagandaya ji bo nasnameya Kurdaan. Ya ku zîhniyeta înkarkirina Kurdan dike, ev bi xwe ye. Hîn di dema komê de xwestin pêşî li PKK'ê bigirin û bieciqînin. Bi taybetî gelekî tirsiyan ku yekî ji Derya Reş vî karî dike. Îbrahîm Kaypakkaya jî ew gelekî tirsandibû. Bi cînayeteke wiha re xwestin şovenîzmê sor bikin û dijminatiyê bixin navbera gelan. Sedemeke din a êrîşa li dijî hevalê Hakî ev bû. Ji xwe wî pêşengÎ ji tevgerê re dikir û sedema bingehîn ev bû; lê belê sedemeke din a girîng jî ew bû ku yekî ji Derya Reş e. Ya ku bû hedef ne tenê hevalê Hakî bû, temamiya lîderiya komê bûbû hedef.

Heman wextê li taxa Tûzlûçayirê li dijî Rêber Apo xefikek hate danîn. Lê belê ji ber ku Rêber Apo bi baldarî tevgeriya ev plan têk bir. Hin hevalên din hatin girtin. RAêber Apo ev rewş weke hewldana darbeyê ya MHP'ê bi destê Fermandarê Hêzên Bejahî yê wê wextê nirxand. MHP wê li ser bingeha êrîşa li dijî Kurdan darbeya faşîst bikira û desthilatdarî bi dest bixista. Lê belê beşeke girîng a planê hate pûçkirin. Tevî hin girtinan, aliyê herî giran ê vê planê 18'ê Gulana 1977'an li taa Duztepeyê kuştina hevalê Hakî bû. Bi vê planê re xwestin Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hê di dema komê de bifetisînin û nehêlin ku bibe partî û veguhere tevgereke berxwedanê.

Kî beşdarî merasîma cenaze bûn? Rewş çawa bû?

Cenazeyê hevalê Hakî roja çaran ji nexweşxaneyê hate girtin. Hemû hevalên bi bûyerê hesiyan berê xwe dabûn Dîlokê. Bi şev û roj, derdora nexweşxaneyê tijî Apocî bûn. Çi bi destê kê ketibe ew bi xwe re anî bû. Hestewarî, hêrs û nerazîbûn di asta herî bilind de bû. Eşkere bû di dema rakirina cenaze de wê şerekî mezin ê meydanê biqewime. Emniyeta Dîlokê jî bi rewşê hesiya bû û polîsên xwe yên veşartî-vekirî li her cihî bi cih kiribû.

Hatina Rêber Apo ev rewş guherand. Hevalên ji Dîlokê çûn li Enqereyê agahî dabûn Rêber Apo û Rêber Apo çawa bihîst yekser li wesayitê siwar bû û hat Dîlokê. Demeke dirêj derbas bû bû. Birayên hevalê Hakî jî ji Ordûyê hatin û hewl dan cenaze rakin. Giraniya bûyerê ji helwest û nêzîkatiyên Rêber Apo dihat fêhmkirin. Rêber Apo agahiyên li ser bûyerê bi berfirehî girt û atmosfera li dora nexweşxaneyê hîn bû. Li ser vê yekê, der barê cînayetê de nirxandineke têrker kir û diyar kir ku di dema derxistina cenaze ji nexweşxaneyê divê bêdeng bin. Cînayet jî weke provokasyoneke berfireh nirxand û diyar kir ku dewlet dixwaze wan bixin nava şerekî berî dema xwe û bi vî rengî derba herî giran li wan bidin. Hevalên amade bûn, bi zor û zehmetî li ser vê bingehê îqna kir.

Cenaze li ser vê bingehê bêyî şer biqewime ji nexweşxaneyê hate derxistin û di ser Enqereyê re derbasî Ordû-Ûlûbeyê hate kirin. Li Enqereyê demeke kin li dora Qesra Emniyetê hate rawestandin, lê ji bilî vê ti astengî derneket. Heval hem bi konvoya cenaze, hem jî bi wesayitên cûda çûn Ûlûbeyê. Di rê de wesayita ku Kemal Pîr jî tê de bû qeza kir û bi sivikî birîndar bû. Rêber Apo tevî cenaze neçû û tevlî merasîma cenaze nebû. Ji xwe nepêkan bû, wê di cih de bihata girtin. Di salvegera yekemîn a şehadetê de gora hevalê Hakî û malbat ziyaret kir. Weke ku min beriya niha jî got, cenaze şevekî li malê ma û roja din li bexçeyê wan hate veşartin. Civateke berfireh a ciwanên şoreşger ên li derdora Ordûyê tevlî merasîma cenaze bû. Di merasîmê de axaftin hatin kirin û dirûşm hatin qîrîn. Êdî dirûşmên PKK'ê bi xwe hebûn Dirûşmên "Bimire mêtingerî" û "Bijî Serxwebûn".

Kî li merasîma cenaze axivî?

Baş nayê bîra min bê kî axivî. Her wiha hemû hevalên tevlî merasîma cenaze bûn jî nayên bîra min. Hevalên Kemal Pîr, Karasû hebûn. Ne şaş bim Fatma jî tevlî merasîmê bûbû. Îtirazeke biçûk hatibe kirin jî me cenaze tevî darbestê xistin gorê. Piştî salekê ji bo çêkirina bîrdariyê me gor vekir û darbest derxist. Saxlem bû. Ji ber ku bavê wî gelekî israr kir, me darbest hindikî vekir û nîşan dan. Dema ku me gor ji nû ve çêkir, me kevir xistin binî û beton jî rijand ser. Piştre me bi hesin girê da û dîwarên kêlekê derxist. Me darbest bi wî rengî xistin odeya ji beton. Yanî cenaze di hundirê odeyeke beton de ye. Me goreke sade çêkir. Me nekarî li Kurdistanê veşêrin. Qet nebe me got em bi mermerê Kurdistanê çêbikin û me ji Erzînganê mermer bir. Piştre me bihîst ku faşîstan gor xera kirine. Ya rast û ya herî bedew ew bû ku me ew gor yekser ji wir rabikira û bibira li cihekî Kurdistanê veşarta.

Tola wî çawa hate hilanîn? Karekî çawa hate kirin?

Bûyera kuştina hevrê Hakî, heta komloya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan derba herî giran bû ku dewleta TC li PKK'ê xist. Peyama kujeran vekirî bû: Yên dewam bikin wê aqûbeta wan wiha be! Her kesî ev mesaj wiha fêhm kir û li gorî wê helwesta xwe ji nû ve diyar kir. Hin kadroyên di nava komê de dest ji têkoşînê berdan û ji holê winda bûn. Yên xwestin têkoşînê bidomîn jî, cînayetên bi vî rengî dan pêş çavên xwe û li gorî vê yekê ji nû ve biryara xwe dan. Rêber Apo ji bo bandora komkujiya li Dîlokê got, "Mîna ku ava kelandî bi berojan bi serê me ve rijandine, bi vî rengî me hîs kir." Û destnîşan kir ku li ser vê bingehe wî, her wiha Koma Apoyî du biryarên bingehîn dan.

* Ya yekemîn; amadekirina Pêşnûmeya Bernameya Partiyê û li ser vê bingehê destpêkirina pêvajoya partîbûnê. Ji ber vê yekê Rêber Apo ji bo PKK'ê timî got 'Rêxistinbûna ji bo bîranîna Hakî Karer' e. Û PKK weke 'Partiya Şehîdan' ragihand.

* Ya duyemîn jî hilanîn tola komkujiyê. Bêyî îrade û ruhê tolhildana şoreşgerî, tevgereke şoreşgerî li Kurdistanê bi rê ve nediçû. Bi vî rengî pêvajoya berxwedana çekdarî ya heta niha dewam dike, bi biryar û pratîka vê tolhildanê dest pê kir.

Berxwedana çekdarî ya ku bi biryara tolhildanê dest pê kir, taktîka bingehîn a pêvajoya partîbûnê ya PKK'ê derxist holê. Êdî li dijî rêxistinbûn, sazî û kesên ajan, li ser bingeha şîdeta şoreşgerî têkoşîn bihata dayin. Pratîka destpêkê ya vê yekê, hilanîna tola komkujiya Dîlokê bû. Kom qels bû, çek û derfetên xwe tine bû. Wekî din, tecrûbeyeke xwe jî tine bû. Ji bo dîtina kujerên ku hevalê Hakî kuştin, karekî sebir û demdirêj diviyabû. Hema bêjin şeş mehan dewam kir. Di dawiya dawî de kujer li Skenderûnê li mala ku xwe vedişartin hatin dîtin û cezakirin. Bêguman encameke wiha bandoreke mezin li ser koma Apoyî kir. Bi morala vê yekê, piştre di berxweadna Hîlwanê de serketineke mezin bi dest ket. Ji aliyekî ve ruhê ku bi berxwedana tolhildana şoreşgerî derkete holê, li aliyê din pêvajoya partîbûnê ya li ser bingeha nîqaşên bernameyê, piştî sal û nîvekê kir ku PKK weke partiyeke pêşeng ava bibe.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA