Divê Tirkiye ji Erdogan û Bahçelî rizgar bibe -Selahattîn Erdem
"Erdogan û Bahçeli, ne tenê Kurdistan, tevahiya Tirkiyê kirine dojeh... Divê gelên li Tirkiyê ji her du kesan, ji Erdogan û Bahçeli rizgar bibin."
"Erdogan û Bahçeli, ne tenê Kurdistan, tevahiya Tirkiyê kirine dojeh... Divê gelên li Tirkiyê ji her du kesan, ji Erdogan û Bahçeli rizgar bibin."
Gotina "kevir li ser kevir, serî li ser beden nehêlin" ji Mogolan û vir ve tê gotin. Li gorî dîrokê, dagirkeriya wêranî û qirkirina hêzên Mogolî di vê çarçovê de çêdibin. Hêzên Selçukî û Osmaniyan, di vê çarçovê de dagirkerî pêknedianîn.Lewra serokê giştî yê MHPê, Devlet Bahçelî, ji xeta Selçukî û Osmaniyan zêdetir, nêzîkî xeta Mogolan e.
Gotinên Devlet Bahçelî, yên ji bo Nisêbînê: 'Kevir li ser Kevir, serî li ser bedenê nehêlin' li Tirkiyeyê nîqaş û tirseke ciddî derxist. Bêguman ev gotina ji bo Nisêbînê hatiye gotin, ji bo tevahiya Kurdistanê hatiye gotin û Kurdan hedef digire. Ji bo têkbirina berxwedana Kurdan bişikînin, tehdîta qirkirinê ye. Bi vê gotinê dixwazin gelê Kurd bitirsînin û teslîm bigirin. Lê vê tehdîtê ji Kurdan bêhtir, civaka Tirkiyê tirsandiye.
Baş e, başbugê kevin Devlet Bahçeli vê gotinê dibêje, gelo başbugê nû Tayyip Erdogan wê li paş wî bimîne? Bêguman namîne. Çava ev gotin bihîst, ji bo ku li paş nemîne Tayyip Erodgan jî ji bo Kurdan got: Yan wê serî tewînin, yan jî wê serê wan werê perçiqandin". Bi vî rengî, piştî 5'ê Nîsana 2015'an heya niha hevdîtinên li Îmrali dane rawestandin û di 24'ê Tîrmeha 2015'an de şerê giştî û qirkirinê dan dest pê kirin. Di hedefa Erdogan de perçiqandina sêrê Kurdan heye.
Êdî pêdivî bi ti gotin û nirxandinê nîne. Planê çog berdana erdê, ji Îlona 2014'an û vir de di pratîkê de ye. Ev planê Erdogan e, û di destpêka êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê de hate amade kirin û xistin dewrê. Ev plana berfireh ji bo têkbirina gelê kurd û şikandina îradeya gelê Kurd e. Yani çogberdana erdê ye û heta teslîm bigirin wê dewam bikin. Yan wê Kurd teslîm bibin, yan jî wê tine bibin. Rêya sêyemîn jî ew e ku têkoşîn û berxwedan dijwar bibe û desthilatdariya AKP'ê têk biçe ye.
Çogberdana erdê û sertewandin rengê rêveberiya Împeretoriyan e. Padîşahên herî dawî yên Osmaniyan jî ev rêbaz bikar anîne. Di rêzefilmên ku di demên dawî de li ser Qesrên Osmanî têne çêkirin jî, dibe ku ji bo Tayyip Erdogan dibine ilham. Erdogan jî li hemberî muxalifên padîşah, kiryarên sertewandinê dike pratîkê. Devlet Bahçelî, ilhama xwe ji Mogolan, Tayyip Erdogan jî ji Padîşahên Osmaniyan ilhamê distîne. Wisa xuya dike ku tişta ji serokatiyê famdike û bi vî rengê rêveberî ye.
Kesên ku hilbijartinên 7 Hezîrana 2015'an qebûl nekirin û parlamento ji holê rakirin Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî ne. Erdogan, di 7'ê Hezîranê de ji ber ku AKP ji desthilatdariyê ket û ew ketin wek ketina xwe dît, hilbijartin qebûl nekir. Devlet Bahçeli jî, ji ber ku pêşiya Tirkiyeya demokratîk hate vekirin û dawiya diktatoriya faşîst vedibe hilbijartinên 7'ê Hezîranê qebûl nekir. Wan her du kesan, bi şerekî hevpar, parlamena ku di 7'ê Hezîranê de derkete holê û siyaseta li Tirkiyê tesfiye kiriye.
Şerê giştî ku di 24'ê Tîrmeha 2015'an de bi armanca tinekirinê hate dest pê kirin, şerê faşîzan yê wan her du kesan e. Komploya hilbijartinên 1'ê Mijdara 2015'an jî, komploya van her du kesan e. Darbeya faşîst ya sivîl ku di navbera 7'ê Hezîranê 1ê Mijdarê de hate pêkanîn, ji aliyê her du kesan ve hate amade kirin. Şerê giştî ku di 24'ê Tîrmeha 2015'an de li dijî gelê Kurd hate dest pê kirin û ji 14'ê Kanûna 2015'an û pê de jî teslîmî Artêşê kirin, wêrankirina navçe û bajarên dîrokî, qirkirina gelê sivil jî, ji aliyê van her du kesan ve tê meşandin.
Êdî pir bi zelal tê zanîn kû Tirkiye ji aliyê Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî ve tê rêvebirin. Lê divê werê zanîn ku ev rêveberî, li ser bingeha tinekirina Kurdan hevkaryê dikin. Li Cizîr û Surê komkujî têne kirin. Gotinên Devlet Bahçeli û Tayyip Erdogan têne wateya jenosîtê. Tayyip Erdogan, bi wan gotinan fermanê dide çete, kontrayên AKP û hêzên faşîst yên dewletê. Devlet Bahçeli jî bi wan gotinan fermanê dide çete û kontrayên faşîst yên MHP û hêzên di nava Dewletê de alîgirê MHPê ne.
Lewra tehdîdên Devlet Bahçeli û Tayyip Erdogan ku Kurdan qir dikin ne vala ne. Ya rastî, eniya ku Devlet Bahçelî dişîne ser Kurdan ji çete û kontrayê Tayyip Erdogan bêhtir û dijwartir in. Lewra yê ku li ser kursiyê, rêveberiyê dike û kesê rojeva êrîşên komkujiyan amade dike Devlet Bahçelî ye. Bi vê armancê, pêşî Devlet Bahçeli daxive, piştre Tayyip Erdogan daxive.
Li Tirkiyê rêveberiya hevpar a Erdogan û Bahçeli heye. Madem wisa ye, çima di 7'ê Hezîranê de AKP' ê û MHP desthilatdariya Koalisyonê ava nekirin. Şûna hilbijartinek nû, ya rast koalisyona wan bû. Kesê ku a niha xwe Serokwezîr dizane Ahmed Dawudoglu jî texmîn dikir û dixwest ku desthilatdariyek AKP û MHPê derkevê holê. Lê ev ji aliyê Tayyip Erdogan û Devlet Bahçeli ve hate asteng kirin.
Gelo Çima? Ji ber ku detshilatdariya koalisyonê wî lewaz be. Desthilatdariya AKP û MHPê wê nikaribe sinerjiyekê derbixîne holê. Berovajî, wê MHP bibe desthilatdar û AKP wê gelekî lewaz bibe. Hingî wê kes û derdorên kû ji MHPê re hez nakin û bisinorin, destek nedin hikûmetê û hêza AKPê wê lewaztir bike.
Ji ber vê çendê, pişti hilbijartinên 7 Haziranê, koalisyona AKP û MHP hate asteng kirin. Piştî 7'ê Hezîranê, parlamento hate berteref kirin, di 24'ê Tîrmehê de şerê giştî hate îlankirin. Ji bo vê jî 1'ê Mijdarê hilbijartinek sembolîk û xespkirî hate çêkirin. Di pêvajoya hilbajartinê de, kurê başbugê MHP'ê , Tugrul Turkeş ji MHP îstîfa kir û tevlî nava AKP'ê bû. Bi vî rengî eşkere bû ku di navbera Erdogan û Bahçelî de şerekî bi plan heye. Bi vî rengî, di 1ê Mijdarê de, iradeya gel hate xespê kirin desthilatdariya AKPê hate bi hêz kirin.
Dibe ku koalisyona AKP û MHP ne hatibe avakirin, lê MHP'ê bi 40 parlamenterên di 7'ê Hezîranê de bidestxistibûn, di hilbijartinên 1ê Mijdarê de dane AKPê û desthilatdariya AKPê bi hêz kir. Bi vî rengî diktatoriya faşîst ya Tirkiyê derxistin pêş û rêya demokratîkbûna Tirkiyê girtin. Bi fermana Tayyip Erdogan, desthilatdariya AKP'ê, li gorî MHP'ê hate ava kirin. Ji xwe, bi şerê giştî ku di 24'ê Tîrmehê de li dijî Kurdan da dest pê kirin, daxwazên MHPê anîbûne cih û siyaseta MHPe bi her rengî kirin pratîkê. Bi vê pêwanê Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli, bûye pêşengî siyaseta qirkirina gelê Kurd. Çete û kontrayên MHPê, di şerê li dijî gelê kurd de kirin pratîkê û şandin Kurdistanê.
Şerê îro ku li dijî gelê Kurd tê meşandin, ji aliyê MHP û AKPê ve bi stratejiyek hevbeş tê meşandin. Lewra rêveberên şer Devlet Bahçeli û Tayyip Erdogan in. Ji bo vê jî, Devlet Bahçeli û Tayyip Erdogan, li pey hev û li ser Kurdan daxuyaniyên weke hev didin. Şerê giştî jî, di çarçoveya komkujiyên faşîzan de têne meşandin. Her du kesên ku şerê komkujî û tunekirinê didine meşandin, wê komkujiyên xwe yên hovane û dirrinde heta dawiyê bidomînin.
Bêguman, ev siyaset ji bo hebûna gelê Kurd tehlikeyek mezin e. Lê di heman demê de ji bo tevahiya gelên li Tirkiyê û paşerojên demokratîk yê Tirkiyê jî metirsînî ye. Ji ber ku rêveberiya faşîst ya li dijî Kurdan, di heman demê de li dijî tevahiya gelên li Tirkiyê ye. Desthilatdariya faşîst ya AKP û MHPê gelên li Tirkiyê dîlgirtine. Kes nikare bêje ku komkujiyên li dijî Kurdan têne kirin, sibe, dusibe li dijî gelên Tirkiyêyê jî nayêne kirin. Qirkirina faşîzan ya li dijî gelê Kurd, wê berdêlên giran bi xwe re bîne, û gelê Tirk wê nikaribe van berdêlên giran hilgire.
Erdogan û Bahçeli, ne tenê Kurdistan, tevahiya Tirkiyê kirine dojeh. Her du kesên ji bo desthilatdariyê şerekî faşîzan dimeşînin, her tiştên Tirkiyê têkbirine. Lewra Tayyip Erdogan û Devlet Bahçeli, paşerojên Tirkiyê, demokrasî û jiyana azad ya gelên Tirkiyeyê kirin bin metirsiyeke mezin. Ev her du kes, ji bo paşerojên Tirkiyê tehlûkeya herî mezin in. Divê gelên li Tirkiyê ji her du kesan, ji Erdogan û Bahçeli rizgar bibin. Paşerojên demokratîk û azad yên Tirkiyê bi vê rastiyê ve girêdayî ye.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA