Divê teqez em biçin ser sindoqan!

Namzetê HDP’ê yê Çewligê Erdal Aydemîr di derbarê hilbijartin û dengdanê de axivî û got: “Ji bo ku li welatê me ji nû ve aramî, dadwerî, hiqûq û aştî serwer bibe divê teqez em biçi ser sindoqan û dengê xwe bidin. "

Namzetê HDP’ê yê Çewligê yê rêza yekemîn Erdal Aydemîr di derbarê hilbijartina 24’ê Hezîranê de, ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û got: "Em ê bi hemû hêza xwe ve ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê bixebitin û bi ser bikevin. Armanca me ew e ku li Çewligê her sê parlamenteran derbixin. Hemû xebat û bernameya me ji bo vê yekê ye.”

Aydemîr di dewama axaftina xwe de: “Piştî hilbijartina 1’ê Mijdarê di qada siyasî de gelek geşedan pêk hatin. Li ser siyaseta me, di serî de hevserokên partiya me û parlamenterên me, berdevka koma me ya meclîsê, rêveberên me yên xwecihî, hevşaredarên me, endamên meclîsên şaredariyan, endamên meclîsên me yên bajaran hwd bi awayekî dij hiqûqî û neheq hatin destgîrkirin û xistin zindanan. Lewre dema mirov binêre, dibîne ku hê ji zû de ye biryara hilbijartinê dane. Ji bo wê ev pêkûtî û zextên li ser partiya me pêk anîn û xwestin HDP’ê di qada siyasetê de bitevizînin. Tevî van pêkûtiyan em bawer dikin ku em ê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de bi ser bikevin. 24’ê Hezîranê ji bo me xwedî wateyeke girîng e. Yekane riya çareseriya aştiyane ya doza Kurd, bi serkeftina me ya 24’ê Hezîranê pêkan e.”

Aydemîr bang li Çewlikyên li derveyî welat jî kir û got: “Ji bo ku ji nû ve li welatê me aramî, dadwerî û hiqûq serwer bibe divê teqez em biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Ev fersendeke dîrokî ye. Divê em xwe bigihînin her kesê ku deng dide û bişînin ser sidoqan. Em bang li her kesî dikin ku ji bo çareseriya doza Kurd û Tirkiyê ku biv nevê ye, kêferatê bikin.’’