'Divê rêveberiyên kantonên li Rojava yekser muxatab bên girtin'

'Divê rêveberiyên kantonên li Rojava yekser muxatab bên girtin'

Ji Doktorên Sînornenas Pentaker, di axaftina xwe ya li panela Partiya Keskan de destnîşan kir, ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û ambargoya li ser Rojava, li pêşiya avabûna modela Rojavayiyan nekarîne bibin asteng. Parlamenterê Partiya Keskan ê li Parlamenta Federal Kinder jî got, "Eger wê alîkariyek bê kirin, divê bi muxatabgirtina hêzên Kurd re, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bê kirin. Bi vî rengî wê ti dewlet pêwîstî bi xwe vegirtinê nebîne." Kinder xwest, rêveberiyên kantonên li Rojava yekser muxatab bên girtin. Nivîskar Şahîn jî da xuyakirin, ku alîkariyên însanî jî li pêkanînên kêfî yên AKP'ê aliqî ne.

Partiya Keskan li Hannoverê, bi mijara êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û Şengalê, gefa DAIŞ'ê ya li Ewropayê, panelek organîze kir.

Di panela bi moderatoriya Parlamanterê Partiya Keskan ê Niedersachensê Belît Onay de, ji Doktorên Sînornenas Gisela Pentaker, Parlamenterê Keskan ê li Parlamenta Federal Sven Cristian Kinder û endamê Meclîsa Aştiyê ya Ewropayê nivîskar Memo Şahîn amade bûn.

PENTAKER: ÊRÎŞ Û AMBARGOYÊ ÇAVÊ KURDAN NETIRSANDIYE

Gisela Pentaker ku beriya demeke kurt bi heyetekê re çû Rojava, çavdêriyên xwe vegot û got, "Ne êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ne jî ambargoya tê meşandin li pêşiya avabûn û pêşveçûna modela Rojavayiyan, li pêşiya jiyana wan nekarîne bibin asteng. Şert çi dibe bila bibe, divê modeleke bi vî rengî li Rojhilata Navîn bê jiyîn, bê destekkirin û bi awayekî fermî bê naskirin. Ev xwedî girîngiyeke jiyanî ye."

ŞAHÎN: ALÎKARÎ LI PÊKANÎNÊN KÊFÎ Û ASTENGIYÊN BUROKRATÎK DIALIQIN

Memo Şahîn jî bal kişand ser rola hikûmeta AKP'ê û destnîşan kir, ku alîkariyên însanî yên ji bo mexdûrên şer, gelek caran li pêkanînên kêfî û burokratîk dialiqin. Şahîn ji bo alîkariyan bang li civata navneteweyî kir, ku rêveberiyên kantonan yekser muxatab bigirin û korîdora alîkariya însanî veke.

KINDER: NY DIKARE XWEVEGIRTINÊN DEWLETAN JI HOLÊ RAKE

Sven Cristian Kinder jî diyar kir ku têkoşîna li dijî DAIŞ'ê bi tenê bi alîkariya çekan a ji bo Kurdan nayê meşandin û anî ziman ku ji bo peydakirina çareseriya bi rêyên siyasî, hewldan bên nîşandan. Kinder da xuyakirin, ku ji ber têkiliyên xwe yên bazirganî û siyasî yên bi Tirkiyeyê re gelek dewlet xwe ji alîkarîdayîna hêzên Kurd vedigirin û got, "Eger wê alîkariyek bê kirin, divê bi muxatabgirtina hêzên Kurd re ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve were kirin. Bi vî rengî wê ti dewlet pêwîstî bi xwe vegirtinê nebîne.

WÊ PÊŞNIYAR WERE KIRIN KU RÊVEBERIYÊN KANTONAN YEKSER MUXATAB BÊN GIRTIN

Kinder da zanîn ku di êrîşên li hemberî Rojava û astengkirina alîkariyan de rola Tirkiyeyê heye û bi nîşandana Tirkiye, Erebîstana Sûîdî û Qatarê re ji Ewropayê xwest, ku zextê li dewletên alîkariyê didin êrîşan an jî çavên xwe lê digire, bike. Kinder diyar kir ku ew ê di hefteya pêş de pêşniyarê li Meclîsa Federal bikin ku 600 mîlyon euro alîkarî ji dewletên penaber vehewandine re bê kirin û di heman demê de bixwazin ku rêveberiyên kantonên li Rojava yekser muxatab bên girtin.