Divê PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin

Divê PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin

Rûniştina Konferansa 11’emîn a Kurd ku PE malovaniya wê dike bi sernava “Pêvajoya Aştiya Tirk-Kurd: Gelo ji bo Tirkiye û Herêmê şansê aştiyê ye” berdewam dike. Parêzera Hollandayî Marieke van Eik got: “Hebûna navê PKK’ê di nava lîsteya rêxistinên terorê de pêvajoyê bi awayekî neyênî bandor dike”.

Ji Weqfa Berghof Pro. Dr. Hans Joachim Giesmann, Parlamentera PE Rina Ronya Kari, rojnamevan û endamê Aqilmendan Huseyîn Yayman, ji Zanîngeha Ankara Arzu Yilmaz û parêzera Hollandayî Marieke van Eik di rûniştinê de amade bûn û her yek ji wan axaftinek kir.

DIVÊ LI GORÎ NEXŞERÊYÊ TEVBIGERIN

Axaftina yekemîn ji aliyê endamên Weqfa Berghof  Prof. Dr. Hans Joachim Giesmann ve hate kirin. Giesmann da zanîn ku li herêmê şerekî cidî heye û di vî şerî de sûcên mirovahiyê têne kirin. Giessman da zanîn ku ji bilî muzakereya di navbera aliyan de ti alternatîfeke din tine ye û got ku divê alî li gorî nexşerêyê bimeşin.

Giesman got: “Divê armancên demdirêj û demkurt hebin. Ji bo mûzakereyên rasteqîn, divê hemû aliyên muzakereyê bi rê ve dibin rewa bin. Divê rêz ji bo hedefên muzakerevanan re bê girtin. Bi ya min desteka Ewropayê pir girîng e."

DIVÊ EWROPA ZEXTÊ LI TIRKIYEYÊ BIKE

Parlamentera Partiya Koma Çep a PE’yê ya Danîmarkayî Rina Rojna Kari jî diyar ku mafê Kurdan heye ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin û koma wan her tim destekê didin vê yekê.

Kari bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li hemberî Kurdan û civakê li Tirkiyeyê pêk tên û got ku divê Yekîtiya Ewropa û endamên yekîtiyê zextê li Tirkiyeyê bikin. Kari got: “Divê PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin.”  Kari  diyar kir ku divê Ewropa destekê bide hevdîtinên pêvajoya çareseriyê yên di navbera Ocalan û Erdogan de û ji bo astengkirina çavkaniyên aborî yên DAIŞ’ê roleke girîng dikeve ser milê Ewropa.

DIVÊ PIŞTA OCALAN BÊ QAYIMKIRIN

Endamê Heyeta Aqilmendan rojnamevan Huseyin Yayman jî da zanîn ku pêvajoya çareseriyê pêvajoyeke dîrokî ye. Yayman bibîr xist ku beriya niha jî hevdîtin çêbûne.

Yayman da zanîn ku sê tesbîtên wî yên têkildarî pêvajoyê hene û wiha axivî: “Ya yekem Ocalan û Erdogan biryar dan û dest bi pêvajoyê kirin. Ji bo bidawîbûna vê pêvajoyê jî divê yek ji wan bêje. Ya duyemîn, ev pêvajo ji bo her du aliyan jî ezmûneke. Her du alî jî bi serkeftî ji vê ezmûnê derketin. Ya sêyemîn; aliyek ku vê pêvajoyê ji pêvajoyên din cuda dike heye, ew jî pratîk û lîteratur e.”

Yayman destnîşan kir ku beriya niha jî hevdîtin bi rêya navbeynkaran pêk hatine, lê cara yekem  e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke muxatab tê dîtin û hevdîtin tên pêkanîn.  Yayman got ku divê pêvajoya çareseriyê weke meseleyek a partiyan neyê dîtin û got: “Divê qanûna têkoşîna “li dijî terorê” ji nû ve bê sererastkirin; Ger Ocalan weke muxatab tê dîtin û mûzakere bi rêya wî pêk tên, divê pişta Ocalan bê qayimkirin. Divê YE ji bo destekkirina pêvajoyê piştgiriyê bide aliyên pêvajoya çareseriyê.”

Ji Zanîngeha Enqereyê Arzu Yilmaz bal kişand ku hêzên çekdar ên li herêmê ji bo aştiyê roleke girîng dilîzin. Yilmaz got: “Gava em dibêjin pirsgirêka Kurd di naveroka meseleyê de naskirina nasnameya Kurdan û mafên wekhev ên welatiyan hene.”

HEBÛNA PKK’Ê DI LÎSTEYA TERORÊ DE PÊVAJOYÊ NEYÊNÎ BANDOR DIKE

Parêzera Hollandayî Marieke van Eik jî têkildarî bêwatebûna hebûna navê PKK’ê di nava lîsteya rêxistinên terorê de nirxandinek kir.

Van Eik da zanîn ku wan sala 2014 li ser navê PKK’ê serlêdan kirine û got: “PKK ji 2’yê Gulana 2002 û vir ve di lîsteyê de ye. Birêz Ocalan  bi rayedarên dewleta Tirk re pêk tîne. Yanî da diyarkirin ku pêvajoyeke nû destpê kiriye. Banga aştî û muzakereyan a Ocalan û rayedarên Tirk ji aliyê welatên Yekîtiya Ewropa ve bi awayekî erênî hatin pêşwazîkirin.”

Prz.  Van Eik diyar kir ku hebûna navê PKK’ê di lîsteya rêxistinên terorê de bandoreke neyênî li aştî û rewşa Kurdan dike û got ku pêvajoya muzakereyê asteng dike.