‘Divê Ocalan peyamên xwe rasterast ragihîne’
‘Divê Ocalan peyamên xwe rasterast ragihîne’
‘Divê Ocalan peyamên xwe rasterast ragihîne’
Civîna Mirovên Aqilmend û Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu li ofîsa serokwezîrtiyê didome. Endamê Heyeta Marmarayê yê Mirovê Aqilmend Celalettin Can, diyar kir ku hemû mirovên aqilmend di fikra ku peyamên Ocalan rasterast bi raya giştî re bên parvekirin hevpar in. Can, anî ziman ku heyetê xwestiye ku Ocalan tenê bi wan re hevditin neke her wiha bi rojnameger û nûnerên saziyên sivîl re jî hevdîtin bike.
Civîna Mirovên Aqilmend û Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu Wekîl Bulent Arinç, Yalçın Akdogan Wezîrê Dadê Bekir Bozdag, Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala, Wezîrê YE, Omer Çavuşoglu, Wezîrê Çandinî û Karên Gundan Mehdi Eker, Wezîrê Aboriyê Mehmet Şimşek, Wezîrê Çand û Turîzmê Omer Çelik, Wezîrê Rakirinê Cevdet Yılmaz re li Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Dolmabahçe didome. Endamê Heyeta Marmarayê yê Mirovê Aqilmend Celalettin Can, diyar kir ku hemû mirovên aqilmend di fikra ku peyamên Ocalan rasterast bi raya giştî re bên parvekirin hevpar in. Can, anî ziman ku heyetê xwestiye ku Ocalan tenê bi wan re hevditin neke her wiha bi rojnameger û nûnerên saziyên sivîl re jî hevdîtin bike. Civîn nêzî 10 saet e didome.