Divê mûxalefeta Tirkiyeyê li ber tecrîdê rabe

Parêzerên OHP û ÇHD diyar kirin, tecrîda li ser Ocalan di heman demê de li dijî mûxalefeta Tirkiyeyê ye û gotin, "Pêwîste mûxalefeta Tirkiyeyê tavilê li dijî tecrîdê rabe ser piyan."

Hevseroka Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) parêzer Banû Guveren û endama Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Gulvîn Aydin destnîşan kirin, ku ti bingeheke hiqûqî ji tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nîne û xwestin, tecrîd derhal bê rakirin.

Parêzer Guveren diyar kir, tecrîda 18 salan a li ser Ocalan ne tenê li dijî şexsekî ye û anî ziman, rejîma li Îmraliyê xwe dispêre Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê. Parêzer Guveren got, "Çawa ku wê rojê bi rengekî korsanî û ne hiqûqî Birêz Ocalan radestî Tirkiyeyê hate kirin, ya ku niha tê kirin, dewama heman mejî ye."

CIVAK TEV TÊ TEPISANDIN

Parêzer Guveren destnîşan kir, ku ne tenê Ocalan, hewl tê dayin temamiya mûxalîfan bi taybetî jî gelê Kurd were tepisandin û wiha dewam kir: "Ji aliyê fîzîkî ve tecrîdek heye. Di rejîma bicihanîna ceza de rewşeke newekhev heye. Lê belê Ocalan bi berxwedan, helwesta xwe û hilberîna xwe ya entelektuel re komployê ditevizîne."

GIRTIYÊN HATINE ŞANDIN JÎ TECRÎDKIRÎ NE

Parêzer Guveren li ser rejîma bicihanîna ceza agahî da û qala sedemên ku çima ji vê rejîmê re 'tecrîd' tê gotin, kir:

* Li Îmraliyê, dewletê heta roja îro li gorî hiqûqa xwe jî tevnegeriya.

* Ji sala 2011'an û vir ve hevdîtina parêzeran hatiye qedexekirin. Halbûkî ev yek ne tenê li dijî qanûnên Tirkiyeyê ye, di heman demê de binpêkirina qedexeya cihêkariya di rejîma bicihanîna ceza de ye, ku ev yek ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û qanûnên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hatiye destnîşankirin.

* Hemû hevdîtinên ji sala 1999'an û vir ve hatine kirin, hatine qeydkirin. Li gorî qanûnên dewletê bi xwe, lazim e dewlet hurmetê nîşanî jiyana taybet û malbatî bide, hevdîtinên parêzeran-muwekîl rû bi rû û bi tenê werin kirin. Lê dewlet li gorî vê qanûnê tevnegeriya.

* Rejîma bicihanîna ceza ya ku bi vî rengî dewam kir, ji sala 2001'ê û vir ve bi tecrîdeke giran gihîştiye roja îro.

Parêzer Guveren bibîr xist, girtiyên PKK'yî Nasrûllah Kûran û Çetîn Arkaş ên birin Îmraliyê, bêyî ku agahiyê bidin malbatên wan, birin cihekî din û got, hevdîtinên ku piştre xwestin bi Arkaş û Kûran re bikin hatin astengkirin. Parêzer Guveren diyar kir, ev yek parçeyek ji tecrîda li ser Ocalan e.

CPT GAVÊN PÊWÎST NAVÊJE

Parêzer Guveren ragihand, di nava vê pêvajoya tecrîdê de parêzeran gelek caran serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan, lê belê ji CPT ti daxuyanî nehate dayin. Parêzer Guveren got, CPT ji ber astengiyên dewleta Tirk nikare biçe Îmraliyê. Guveren bal kişand ser kar û barên CPT dikare bike û destnîşan kir, ku divê CPT têkildarî rewşa Ocalan hê bi berpirsyarî rabe.

JI SÎSTEMA TÎPA F CUDA YE

Endama ÇHD'ê Parêzer Aydin bibîr xist, beriya pêkanîna Tîpa F li Tirkiyeyê bikeve meriyetê, tecrîd li ser Ocalan hebû û got, sîstema li Îmraliyê ji sîstema Tîpa F cudatir e. Parêzer Aydin diyar kir, dema Ocalan anîn Tirkiyeyê qanûneke bi vî rengî ya bicihanîna ceza tine bû, rejîmeke "taybet" li dijî wî ava kirne û got, cihê vê yekê di hiqûqa navneteweyî de nîne.

PÊWÎSTE MÛXALEFETA TIRKIYEYÊ BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ

Parêzer Aydin da zanîn, rejîma taybet a li Îmraliyê, tecrîda di nava tecrîdê de li ser Ocalan ferz dike û destnîşan kir, karê ku mûxalefeta Tirkiyeyê li dijî vê bike, ji karên saziyê mîna CPT girîngtir e. Parêzer Aydin bibîr xist, ku CPT helwestên siyasî nîşan dide û bi hevsengiyên siyasî yên navbera dewletan tevdigere. Parêzer Aydin anî ziman, ku divê mûaxlefeta Tirkiyeyê bi rewşenbîr, demokrat, şoreşgerên xwe di mijara Ocalan de bikeve nava tevgerê û got, tecrîda li ser Ocalan di heman demê de li dijî mûxalefeta Tirkiyeyê ye. Aydin diyar kir, tecrîd ne ya qebûlkirinê ye.