Divê leşker ne ji darbeyê, ji sûcên li dijî mirovahiyê bê darizandin
Divê leşker ne ji darbeyê, ji sûcên li dijî mirovahiyê bê darizandin
Divê leşker ne ji darbeyê, ji sûcên li dijî mirovahiyê bê darizandin
Generalên ku ji doza Ergenekonê ceza xwarin, ji ber ku bi tenê ji hewldana darbeyê hatin darizandin li nerazîbûnan rast tê. Yek ji van nerazîbûnan jî ji endamê berê yê Komîsyona Sûsûrlûkê ya Meclîsê Fîkrî Saglar hat. Saglar ji ANF'ê re peyivî û bibîr xist ku Velî Kuçuk û payebilindên din ên ceza xwarine tevlî sûcên kuştinên kiryar ne diyar bûne û destnîşan kir ku eger kuştinên kiryar ne diyar ji nedîtî ve were, wê darbe rewa bibe. Saglar diyar kir ku doza Ergenekonê ya di bin navê hesappirsîna ji dewleta kûr derket holê, veguheriye mijara rovanşîst a Serokwezîr Erdogan û destnîşan kir ku Erdogan bi vê dozê re dewleta kûr a berê tasfiye dike û dewleta kûr a xwe ava dike.
Fîkrî Saglar anî ziman ku divê generalên ji doza Ergenekonê hatine cezakirin, ne bi tenê ji hewldana darbeyê, divê ji kuştinên kiryarên wan ne diyar û cezayên li dijî mirovahiyê yên li herêmê kirine bên cezakirin û diyar kir ku bi taybetî Velîk Kuçuk ê navbê wî di Sûsûrlûkê de derbas dibû û gelek payebilindên mîna, gelek sûcên wan ên li dijî mirovahiyê ji nedîtî ve hatine. Saglar da xuyakirin ku divê teqez Tirkiye bi kuştinên kiryar ne diyar re rû bi rû bimîne û hesap jê bipirse û destnîşan kir ku li Tirkiyê zêdeyî 17.500 kuştinên kiryar ne diyar hene û eger ev kuştinên kiryar ne diyar ji nedîtî ve bê, wê darbe rewa bibe. Baglar bal kişand ser cihêbûna civakê di vê mijarê de û got, "Civakeke ku girîngiyê nade mirov û demê, derket holê ku girîgî nade sûcên mirovahiyê yên darbekaran. Bi vî rengî, mafên mirovan û azadiyên tên hêvîkirin, bi dest nakevin."
‘DEMA TÛNCAY TÊ CEZAKIRIN, GUNEHÊN VELÎ TÊN NIXUMANDIN’
Saglar diyar kir ku nuqteya herî krîtîk a di vê mijarê de ew e ku rojnamevanên hewl dane darbeyê bikin û rojnamevanên diyare nakevin nava hewldaneke bi vî rengî, bi heman rengî hatine dîtin û got, "Gelekî bi guman e ku Velî Kuçuk û Tûncay Ozkan bi heman cezayê muebbetê hatine cezakirin. Em Velî Kuçuk ji Sûsûrlûk û bûyerên piştî wê nas dikin, lê gelo sûcên Tûncay Ozkan bi qasî yê Velî Kuçuk hene? Bi qasî ez dibînim, dadgeh vê mijarê nikare eşkere bike. Hingî herduyan tînin cem hev û ev yek jî dibe sedem ku di wicdanan de rê li ber nêrîna; Tûncay ceza dike, lê gunehên Velî dinirxumîne."
‘DOZ BÛYE SEDEMA ERDOGAN A JI BO AVAKIRINA DEWLETA XWE YA KÛR’
Saglar bibîr xist ku yên digotin "Me 1000 operasyon kirin, 4 hezar kes kuştin" û bi van gotinan pesnê xwe didin, bi tenê 2 salan di girtîgehê de man û dûre hatin berdan û got, "Di doza Ergenekonê de darizandina kesên mîna van, ji xwe doz rewa kir. Lê belê dûre bi helwesteke rovanşîst a Serokwezîr Erdogan re doz veguherî dozeke li hemberî dijberên wî. Ev doz bû hincetek ji bo Erdogan ku dewleta xwe ya kûr ava bike. Lê belê ji ber ku dewleta kûr a wî li dewleta kûr a berê qelibî, mijar derbasî qonaxeyek cûda bû."
Saglar diyar kir ku ji bo demokrasiyan, divê teqez dewletên kûr ji holê bên rakirin û axaftina xwe weha dewam kir: "Lê belê di bi navê demokrasiyê de tinekirina dewleta kûr û avakirina dewleteke kûr a nû, wê taliyê ew mirovên dewleta kûr ava kirine, bi xwe re têk bibe. Îro jî di vê dozê de tê dîtin ku dewleta kûr a berê tê tasfiyekirin, di şûna wê de yeka nû tê avakirin. Bi Ergenekon, Balyoz û Odatv re hemû rojev hatiye dizîn û ser rojevê bi şalekê hatiye nixumandin. Bi vî rengî berê herkesî dizîvire dozên mîna Ergenekonê, hikûmeta AKP'ê jî her derê pêşkêş dike. Bi vî awayî zext zêde dibin û demokrasî bi paş ve diçe."