'Divê ji qirkirina Dêrsimê ders bê derxistin'

Lêkolîner Erdal Emre diyar kir ku tişta di 1937-38’an de hat kirin, qirkirineke plankirî û sîstematîk e.

Lêkolîner Erdal Emre, diyar kir ku tişta di 1937-38’an de hat kirin, qirkirineke plankirî û sîstematîk e. Emre bi lêv kir ku qirkirin di çarçoveya projeya Tirkkirina herêmê de pêk hatiye û wiha berdewam kir: “Li Dêrsimê polîtîkaya rizandinê pêk hat. Lê di vir de bi ser neketin.  Îro dewlet mafên wekhev nadin Kurdan. Her tim li dora wan digere. Difikire ku wan çawa bîne lîstikê.”  Emre bi lêv kir ku divê ji dîrokê ders bê derxistin û li dijî asîmîlasyonê têkoşîn bê meşandin.

Lêkolîner Erdal Emre li ser qirkirina 1937-38’an li Dêrsimê hatiye kirin, ji ANF’ê re axivî.

PÊVAJOYA AMADEKARIYA QIRKIRINÊ

Erdal Emre got ku her qirkirinek pêşî û dawiya wê heye û ew dizanin ku di lêkolînên împaratoriya Osmaniyan de têkildarî Dêrsimê de plan û pêkanîn hene. Emre wiha berdewam kir: “Îttîhat û Teraqqî di Yekemîn Şerê Cîhanê de bi mutefîkên xwe re têk çû, mijara Dêrsimê hinek şûnde ket. Lê sefer û projeyên di dema Osmaniyan de hatin kirin, ti car ji holê rabûn. Heta 1938’an li ser rê Koçgirî heye. Piştî pelçiqandina Koçgiriyê wê dor bihata Dêrsimê.  Alîşêr çû aliyê hundir ê Dêrsimê û li vir xebat meşand. Ev jî ji bo Komarê hedef bû. Amadekariyek ji bo Dêrsimê ji bo wan girîng bû. Qirkirina Ermeniyan di siyaYekemîn Şerê Cîhanê de pêk hat. Lê ji bo Dêrsimê hincetek wisa tinebû. Ji ber vê bi pergalek mezin bi hinceta serhildanê tevgeriyan, provokasyonên bi pergal û sorkirin amade bû. Di havîna 1937’an de wek tê zanîn di 4’ê Gulanê de bi biryara desteya wezîran, derbasî pêkanînê bûn. Di 1937-38’an de fînal vêkirin. Piştre dema asîmîlasyonê destpê dike.”

Emre destnîşan kir ku di tevayî dîrokê de hemû împaratorî komên cuda bi zextan dikin bin kontrola xwe û wiha berdewam kir: Di dema Osmaniyan de jî di têgeha neteweyî de cudahiyek wisa heye: Mîllet-î hakîme û mîletî mahkum e. Mîlet-î hakîme, umeta Misilman a Tirk bû. Mîlet-î hakîme jî  kêmarên Xiristiyan, civakên Musevî û heteredoksên li dora Dêrsimê bûn. Li vir hewl dida bi gel serî bitewînin. Ev asîmîlasyonek bi pergal e. Yanî hewl didin herêmê din ava Îslama Sunnî de bihelînin. Piştî reformên tanzîmata Osmanî bi metoda rêveberiya rasterast re, polîtîkayên ku Dêrsimê bînin rê hatin şopandin. Di vir de bi ser neketin. Ne mimkun bû jî. Ji ber ku li kîjan gel û bawerî vê fikrê empoze bike, rastî bertekê dihat. Ya li Dêrsimê ev bû. Osmaniyan xwest komên baweriyên cuda bi şîdetê bişibîne xwe. 

POLÎTÎKAYÊ ÎFLAS KIR

Osmaniyan her tim li ser gelên Ermenî, Suryanî, Keldanî, Pontus Rûm û Museviyan polîtîkaya çewisandinê kir. Vê jî rê li ber berxwedanê vekir. Têkiliyeke Sunnî Îslamî ya împaratoriyê bi Kurdan re hebû. Di bin para hevpar a îslamî de piranî civaka Kurd di bin kontrola xwe de girt. Lê ti car ne mafê Kurdan û ne jî yên gelê din danê. Heta heta dema Abdulhamîd tê. Piştre heta dema Kemalîst û Komarê tê. Em vê dibînin.

Kurdan di dema komarê de bi dehan carî li ber xwe dan lê ne tevgereke civakî bû. Ew di komkujî û qirkirinan de wek hincet hat bikaranîn. Berxwedana Dêrsimê jî di nav de. Bi zanebûn û pergal ji vê re gotin serhildan e. Dema mirov li daneyên îro dinêrin, mirov dibînin ku ev ne serhildan e. Ev bertekek li dijî polîtîkayên Tirkbûnê bû. Ev ji bo gelê Kurd jî ceribandin lê nebû. Vê rê li ber hilweşînên mezin vekir. Polîtîkaya Tirkkirinê îflas kir. Îro Tevgera Azadiya Kurd ji ber ji dîrokê ders derxistine, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê têdikoşin.”

Emre bi lêv kir ku hejmara miriyan ji bo wî nîqaşeke qirêje û wiha pê de Çû: “Dema mirov di alî felsefî û humanîst de dinêrin, ev nîqaşek dij exlaqî ye. Wek qirkirina Ermeniyan; 400 hezar bû, 600 hezar bû, 800 hezar bû yan jî mîlyonek bû. Bêguman gotina Halaçoglu ya wek 56 hezar jî tiştekî qirêj û qerfî bû. Em vê hejmarê ji şahidan dizanin. Hejmara rast her tim ji aliyê kujeran ve kêm hatiye nîşandan.Qirkirian Dêrsimê bi pergal û plane. Li gor jenosîda ku Rafael Lemkî dide nasîn e. 

QIRKIRIN BANDORÊ LI HER HER QADÊ DIKE

Em ji her komkujiya mezin re bêjin qirkirin, an nebêjin; di hiqûqê de ev li gorî têgehê be an na, ev di hişê mirovan de bandorek mezin dike.  Ev bandorê li ser huner, wêne û dîroka devkî dike. Hilweşînek mezin e. Dêrsim beriya 1938’an jî bi komkujiyên mezin re rû bi rû hat. Ev dîrokên wisa bandorek mezin li ruhê gelan dike. Travmayên mezin didin jiyîn. 

RAPOR

Emre di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di vê qirkirinê de mîmarê sereke Mustafa Kemal e. Em dizanîn ku ji derveyî padîşahê komarê kes nekare qirkirinek wisa sîstematîk pêk bîne. Her wiha gelek belge nîşan didin ku Mustafa Kemal hatiye peywirdarkirin. Raporên ku Hasan Reşît Tankut dane hene.  Gelek raporên din jî hene.”

...