'Divê her kes li ber zilmê rabe'

Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû li civîna Maseya Îslamê axivî û diyar kir, ku divê her kes li dijî zilmê helwestê nîşan bide.

Maseya Îslamê ku di bin sîwana Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP'ê de kar dike, kombûna çaremîn a Kampanya Edalet, Aştî û Ked a di nava Îslamê de, li Meletiyê pêk anî.
 Panel, ji hêla Maseya Îslamê ve hat lidarxistin û Parlamenterên HDP’ê Huda Kaya û Faruk Gergerlîoglû, endamên Komîsyonê Dîba Keskîn û Emîn Ay bûn qiseker. Nûnerên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Platforma Hawirdorê ya Meletiyê, Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) û bi sedan kes tev li panelê bûn.

Hevberdevka Maseya Îslamê ya Komîsyona Gel û Baweriyan Dîba Keskîn ewilî axivî û derheqê kar de agahî da. Keskîn diyar kir ku ji bo her kes bawerî û fikrên xwe bi awayeke azad bîne ziman, xebatên xwe didomînin û wiha got: “Xwedê her kes ji bawerî û neteweyên cuda afirand. Mafê jiyaneke azad da her kesî. Em dixwazin ku kesek zordestiyê li kesekî neke û her kes azad bijî. Têkoşîna me ji bo vê ye. Oldarên bawerhişk jin di nava çar dîwaran de girtine. Lê divê jin bi fikrên xwe di qada civakî û cemaweriyê de cih bigire. Divê civak li ser mêr neyê pênasekirin. Civak, ji jin û mêran pêk tê. Divê mîna hev di nava civakê de cih bigirin. Lê mixabin jin ji vê yekê bêpar hatine hiştin. Maseya Îslamê li dijî vê têdikoşe.”

'DIVÊ HER KES LI DIJÎ ZILMÊ BISEKINE'

Parlamenter Omer Faruk Gergerlîoglû jî got ku kengî zilm, nebaşî û bêedaletî zêde bibe, şer derketine û ev tişt anî ziman: “Yên ku li dijî vê bêdeng mayîn jî bedela vê dan. Lewma divê hemû kes dengê xwe derxîne û li dijî zilmê bisekine. Tirkiye ji edaletê Îslamê pir dûr e. Çima ciwan koçî dewletên rojava dikin lê naçin welatên misilmanan? Di ayeta Xwedê de heye. Dibêje ku heke hûn li dijî zilmê dernekevin dê di nava gemarê de bimînin. Lê welatê me di hêla edaletê de di bin lingan de ye. Xwedê zilm, zext û tehekûmê red dike. Zalimkariyê di bin navê kevneperestiyê de difiroşin. Divê her kes li dijî vê bisekine.”

TÊKOŞÎNA KED, EDALET Û AŞTIYÊ

Hevberdevkê Maseya Îslamê ya Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê Emîn Ay jî diyar kir ku ew ked, edalet û aştiyê esas digirin û wiha domand: “Netewe-dewletan ev maf ji destê gelan standin û xwe ava kirin. Di dîroka şaristaniyê de kengî ev her sê nirx ji holê hatibin rakirin, wê demê mirov hatine mêtingehkirin. Hemû olên semawî ji bo van her sê nirxan têdikoşin. Em jî li ser vî esasî têdikoşin.”

ÎSTÎSMARKIRINA OLÊ

Parlamenter Huda Kaya jî bi lêv kir ku divê hemû kes rastiyê û aştiyê biparêze û ev nirxandin kir: “Li dijî nirxên hevpar ên mirovahiyê şer dayîne destpêkirin. Hewl didin hemû xerabiyên xwe bi fêlbaziya xwe bidin veşartin. Mijara behsa xeberê îstîsmarkirina olê ye. Dema bi kêrî wan tê, hemû xerabiyên xwe bi din navê ol, welat û alayê de vedişêrin. Zîhniyetên ku ji bo ronahiya qesra wan vêkeve zarokên feqîran dişînin eniyên şer duh çi bin îro jî heman tiştin.”

'ZÎHNIYETEKE JIRÊDERKETÎ HEYE’

Kaya, bertek nîşanî “zewicandina” zarokeke keç a 6 salî ya bi zilamekî 29 salî re ji hêla Weqfa Hîranûr a girêdayî Terîqata Îsmaîlagayê û axaftina xwe wiha qedand: “Kesê ku îdia dike bav e û mehra keça xwe ya 6 salî dibire û pêşkeşî zilamekî dike, qaşo ji xwe re dibêje mela, şêx. Di ayetan de wiha tê gotin; ‘baldar bin ku we bi navê Xwedê nexapînin.’ Em îro asta ku xerabî gihaştiyê dibînin. Birîna mehra zarokên 6 salî bi AKP’ê dest pê nekir lê bi saya piştevaniya wan bêhtir berbiçav bûn. Çanda emewîperest, zayendperest û zilaman, dikare ku zarokên keç ên 6 salî bi kar bînin. Zîhniyeteke ewqas jirêderketiye ku çawa zarokeke keç ji dayik bû bi ka tîne.”

Panel, bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.