'Divê hemû dilxwaz biherikin ser sînor'

'Divê hemû dilxwaz biherikin ser sînor'

Çêkerê fîlman Aydin Sîlîer û akademîsyen Gûrûr Ertem ên ji bo bersivdayîna li pêwîstiyên Kobaniyên li ser sînor dest bi kampanya piştevaniyê kirin, banga berpirsyarî û hestyariyê kirin. Sîlîer diyar kir, ku ji bo ji holê rakirina travmaya Kobaniyan jiyane, divê hemû dilxwaz biherikin ser sînor.

Kobaniyên bi dijwarbûna êrîşên DAIŞ'ê re neçar man ji Kobanê derkevin, li binê konan hewl didin xwe li jiyanê bigirin. Bi destpêkirina demsala zivistanê de li wargehên ji konan bi tenê xebatkarên dilxwaz û şaredariyên DBP'yî dixebitin. Çêkerê fîlman û Organîzatorê Çand-Hunerê Aydin Sîlîer û ji Zanîngeha New York New Sehodê sosyolog Gûrûr Ertem dan xuyakirin ku hikûmet lawaz maye û alîkariya bi derfetên xwe berhev kirin, birin ji welatiyên Kobanê yên li Pirsûsê. Sîlîer û Ertem kelûmelên ji bo parastina ji baranê, pêlav û hin amûrên ji bo perwerdeya çand û hunerê bi xwe re anîn û anîn ziman ku medya di mijara destekkirina Kobanê de gelekî kêm weşanê dike. Sîlîer got, "Li Kobanê şerek diqewime. Pêwîstiya bajar û gelê di nava şer de maye, bi alîkariyê heye."

'HÎN BÊTIR ALÎKARÎ ŞERT E'

Sîlîer da xuyakirin ku divê mirov alîkariya xwe kêm nekin û ji bo welatiyên Kobanê travmaya bi serê wan de hatiye ji holê rake, bang li dilxwazan kir ku biherikin ser sînor. Sîlîer got, "Travmaya Kobaniyan bi xebateke çend rojan ji holê ranabe. Divê dilxwaz bên vê derê û li depoyan û kampan bixebitin. Her kes divê çi ji dest bê, bike."

'PÊWÎSTE DI ASTA NAVNETEWEYÎ DE TERAPIYA TEVGERÊ BÊ KIRIN'

Gûrûr Ertem jî da xuyakirin ku Kobaniyên xwe li kamp û depoyan girtine travmayeke mezin dijîn û anî ziman ku ji bo alîkarîdayînê pêwîstî bi zanebûna ziman nîne. Ertem ragihand ku ew bi xwe jî bi Kurdî nizane, lê piştî ku li kampan geriyaye dîtiye ku gelek alîkarî heye dikare bike û got, "Divê ji gelemperiya cîhanê psîkolog bên ser sînor, xizmeta terapiya tevgerê bidin. Ji ber ku pêwîstiya lezgîn a van mirovan bi terapiyê heye. Kobaniyî bi Kurdî diaxivin, bi Tirkî nizanin. Divê ev ne astengiyek be. Pêwîste her kes bê vê derê û çi ji dest tê bike. Yê nikare tiştekî jî bike, dikare were vir û di depoyan de bixebite."

'PÊWÎSTÎ ROJ BI ROJ ZÊDE DIBIN'

Ertem her wiha da zanîn ku ji ber şerê li Kobanê zerareke madî derketiye holê û got, "Kobaniyî bi zîreetê debara xwe dike. Dema şer biqede jî mirov wê nikaribe bi salan çandiniyê bikin. Bila kes di mijara pêwîstiyên Kobaniyan de xexapin. Li vê derê pêwîstiya madî û manewî roj bi roj zêde dibin. Bila hemû mirovahî, ji bo alîkariya lezgîn were ser sînor."