‘Divê girtiyên nexweş Karaguzel, Esmer û Ayik bên berdan’

Di çalakiyan de hate diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Selman Esmer, Muhlîse Karaguzel û Devrîm Ayik giran e û hate gotin ‘Divê girtiyên nexweş bên berdan.’

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 583’yemîn çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefte li dar dixin, li ber avahiya komeleya xwe pêk anî. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Devrîm Ayik ê li Girtîgeha Tîpa H ya Eskîşehîrê tê ragirtin. Di çalakiya ku parazvanên mafên mirovan û xizmên girtiyên nexweş tev li bûn de pankartên “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” û “Bila girtiyê nexweş Devrîm Ayik bê berdan” hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” hatin berzkirin. 

Daxuyaniya vê hefteyê endama Komîsyonê Meryem Bars da. 

Bars, diyar kir ku li gorî Rapora Binpêkirinên Mafan ên Girtîgehên Marmarayê ku wan amadekiribû di nava 3 mehên ewil ên salê de 13 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û bal kişand ku serlêdanên wan ên ji bo mirinên li girtîgehan bên rawestandin li Wezareta Dadê dane jî bê encam mane. Bars, anî ziman ku ji ber vê yekê mirinên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin û wiha got: “Nexweşê penceşêra mîdeyî Behçet Kaplan ê 31 salî ku 9 sal bûn girtî bû, tevî ku nexweşiya wî her ku diçû giran dibû û di çar salên dawî de nekarî tiştekî bixwe jî nehate berdan û di 16’ê Gulanê de li Girtîgeha Tîpa T a Exlatê jiyana xwe ji dest da. Kamîl Tûranlioglû yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Xarpêtê dihate ragirtin jî ji ber krîza dil di 16’ê Gulanê de, girtiyê nexweşê giran Abdulhalîm Kirtay ê 75 salî ku li ber mirinê bû piştî 30 salan hate berdan, piştî 51 rojan di 12’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dan. 

Bars, bi bîr xist ku Ayik bi nexweşiya Crohn ku cureyekî nexweşiyeke rûviyan ketiye û ji ber çavên wî baş nabînin ji sedî 76 rapora wî ya astengdariyê heye û destnîşan kir ku Ayik tevî hemû nexweşiyên xwe jî nayê berdan. Bars, diyar kir ku rewşa Ayik di şertên girtîgehê de her ku diçe giran dibe û qala rewşa wî ya li girtîgehê kir. 

Bars, anî ziman ku dayika Ayik, Hulya Ayikê ya serî li komîsyona wan daye, aniye ziman ku lawê wê bi awayekî neheq û bêhiqûqî hatiye girtin û serlêdana wê wiha ragihand: “Devrîm demeke dirêj e bi awayekî neheq li girtîgehê tê ragirtin. Dosyaya wî bi tena serê xwe bi nakokiyan tijî ye. Sûcên ku wî pê sûcdar dikin sûcên ku dema Devrîm di girtîgehê de bû hatine kirine. Bûyerên di sala 2016’an de qewimîne avêtine ser Devrîm. Lê kurê min ji sala 2015’an ve girtî ye. Kurê min niha pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dijî. Tevî ku nêzî mehek û nîv 2 meh in derziyên wî xelas bûne jî ji ber lêgerîna nava devî nabin şandeyê. Rêveberiya girtîgehê gotinên ‘heke tu bixwazî biçî wê biçî lê divê van pêkanînan qebûl bikî û biçî. Heke tu neçî jî tu dizanî tu yê bêderman bimînî’ lê ferz dike û ji ber vê yekê nayê dermankirin.”

Bars, bang kir ku ji ber nexweşiyên wî yên giran divê Ayik demildest bê berdan û rayedar vexwendin peywîrê. 

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 455’emîn de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li ber ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Gele kes tev li çalakiyê bûn û di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf, nayê astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Selman Esmer ê li Girtîgeha Afyonê ya Jimara 1’an a Tîpa T’yê de ye. 

Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut diyar kir ku Selman Esmer 29 sal in girtî ye û nexweşiyên mesane û prostat lê peyda bûne û her ku diçe nexweşiyên wî lê zêde dibin û seranserî salekê nehatiye tedawîkirin û li gel ku Nexweşxaneya Lêkolînê ya Afyonê destûra emeliyatê daye jî lê nehatiye emeliyatkirin. Turgut anî ziman ku Esmer di 6’ê Adara 2023’yan de ji prostatê hatiye emeliyatkirin û bêyî ku baş bibe wî dîsa birine girtîgehê û cara duyemîn jî di 13’ê nîsanê de hatiye emeliyatkirin û rewşa wî her ku diçe girantir dibe. Turgut diyar kir ku ji bo Esmer bê tedawîkirin divê demildest were berdan. 

ÎZMÎR 

Rêveberên ÎHD’a Îzmîrê jî di hefteya 275’emîn de çalakiya ji bo girtiyên nexweş berdewam kirin. Çalakî li ber Sumerbanka kevn a li Konakê hat lidarxistin. ÎHD’ê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel (60) her ku diçe rewşa wê giran dibe û li Girtîgeha Menemena Îzmîrê ya Tîpa R’yê tê ragirtin. Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn û pankarta “Bêdeng nemîne, nebe şirîkê sûc, dimirin. Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne” hat vekirin. 

Serokê ÎHD’a Îzmîrê Zafer Încîn daxuyanî da û da zanîn ku Karaguzel gelek caran hatiye girtin û di girtÎgehê de 3 caran krîza dil derbas kiriye, nexweşiyên wek dil, diyabet, hipertansiyon, astim, fitiqa piştê û stû pê re hene. Încîn anî ziman ku her ku diçe rewşa Karaguzel xedar dibe û tevî ku Saziya Tiba Edlî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” daye jî lê nayê berdan. Încîn got ew xetere heye ku çavê Karaguzel kor bibe çimkî tedawî û kontrola wê nayê kirin. Încîn xwest divê Karaguzel bê berdan û tedawiyek baş bibe.