'Divê dagirkeriya Tirk a li Efrînê tavilê bê qedandin'

Li Parlamenta Ewropayê di konferansa der barê dagirkeriya dewleta Tirk de hate destnîşankirin ku dagirekeriya dewleta Tirk a li Efrînê "îllegal" e û divê tavilê bê şert û merc ev dagirkerî bê qedandin.

Li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi taybetî yên li ser Efrînê, polîtîkayên mêtingeriyê û vîzyona Kurdan a ji bo çareserkirina krîzên li Rojhilata Navîn, li Parlamenta Ewropayê konferansek hate lidarxistin. Hiqûqnas, akademîsyen û siyasetmedar weke qiseker tevlî konferansê bûn. Qisekeran dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê, rewşa Efrînê ya beriya dagirkeriyê û encamên dagirkeriyê nirxandin. Di konferansê de bêdengiya welatên rojavayî hate şermezarkirin û bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Di konferansê de encamnameya ji neh xalan hate qebûlkirin. Li gorî vê yekê, pêkhateyên konferansê dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê "îllegal" ragihandin.

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku ev dagirkerî li dijî pîvan û hedefên Neteweyên Yekbûyî ye, li hiqûqa navneteweyî nayê û dagirkeriya hêzên Tirk hate şermezarkirin.

Danezana ji neh xalan pêk tê, wiha ye:

1- Hêzên Tirk û komên ser bi wan ve, divê tavilê û bê şert yekser ji herêmên Sûriyeyê yên dagir kirine vekişin.

2- Hemû sûcên ku artêşa Tirk û komên wê li Efrînê kirine, ku rê li ber koçberî û krîza însanî vekir, divê werin şermezarkirin û bikevin ber lêpirsînê.

3- Jin, mêr û zarokên hatine revandin, divê bê şert yekser bên berdan û zerarên li wan bûne bên çareserkirin.

4- Der barê windahiyan de pêwîste lêpirsîn bê destpêkirin.

5- Divê komîsyoneke niqûqê ya zelal, bê alî û serbixwe bê avakirin ku ji nûnerên Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê û rêxistinên jinan û însanî yên li Sûriyeyê pêk tê. Binpêkirinên mafên mirovan ên ji 20'ê Çileya 2018'an dema destpêkirina dagirkeriya Efrînê û vir ve hatine kirin, divê bên lêpirsîn û berpirsyar jî li dadgehên herêmî û navneteweyî bên darizandin.

6- Ji bo sûcên ku hêzên Tirk ên dagirker û komên wan ji destpêka dagirkeriyê ve kirine bên lêpirsîn û kiryar radestî dadgehên navneteweyî werin kirin, divê bi rêxistinên welatî û mafên mirovan ên Sûriyeyê re hevkarî bê kirin.

7- Divê mirovên ji Efrînê koç kirine karibin bi rengekî ewle vegerin malên xwe.

8- Hemû sazî û rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar, pêwîste alîkariya însanî û aborî bidin gelê Efrînê.

9- Li dijî karên nîjadperestî yên hêzên Tirk ên dagirker, ku koçberiya bi zorê û guhertina demografiya herêmê jî di nav de ne, analîzên akademîk û hiqûqî wern kirin û belge li ser bên amadekirin.