Konferansa li PE: Terora Erdogan wê li cîhanê belav bibe
Li Parlamenta Ewropayê (PE) di konferansa dijî dagirkeriya Tirk de bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin.
Li Parlamenta Ewropayê (PE) di konferansa dijî dagirkeriya Tirk de bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin.
Konferansa li Parlamenta Ewropayê, ku li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û vîzyona Kurdan a ji bo çareseriya krîza li Rojhilata Navîn tê lidarxistin, bi rûniştina destpêkê dewam dike. Rûniştina destpêkê li ser mijara "Daxwazên mêtingeriyê yên dewleta Tirk ên li Efrînê û Rojhilata Navîn" pêk tê.
HÊVÎ MISTEFA: TERORA ERDOGAN WÊ TENÊ LI EFRÎNÊ NEMÎNE
Hevseroka Desteya Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa bi rêya skype tevlî rûniştina yekemîn bû. Mistefa qala rewşa Efrînê kir û nerazîbûn nîşanî bêdengiya cîhanê da: "Şêniyên Efrînê ji bo xwe ji komkujiyan rizgar bikin, xwe li Şehbayê girtin." Mistefa işaret bi şert û mercên giran ên jiyana li Şehbayê û diyar kir ku derfetên wan nîne ku zarokan bibin nexweşxaneyan.
Mistefa ji Parlamenta Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê, saziyên alîkariyê yên însanî û saziyên mafên mirovan xwest ku li pêşberî dagirkerî û rewşa sivîlan a li Efrînê bêdeng nemînin. Mistefa got, "Demografiya Efrînê tê guhertin. Terora Erdogan naxwaze krîza li Sûriyeyê çareser bibe. Îro li Efrînê ye, sibe wê li çar aliyên cîhanê belav bibe."
Hêvî Mistefa ji bo şêniyên Efrînê jî xwest ku bên parastin û derfet bên afirandin ku karibin bi rengekî ewle vegerin malên xwe.
REWŞA MIROVÊN LI EFRÎNÊ MANE ÇI YE?
Ji Zanîngeha Awûstûrya-Viyanayê Thomas Schmîdınger qala dagirkirina Efrînê û rewşa beriya dagirkeriyê ya Efrînê kir.
Schmîdînger diyar kir ku mirovên ji Efrînê koç kirine û ji neçarî xwe li Şehbayê girtine, di nava şert û mercên zehmet de dijîn û haya wan ji rewşa li mirovên li Efrînê mane nîne. Schmîdînger got, "Li gorî agahiyên digihêjin ber destê me, mirovên li Efrînê mane tên revandin. Bi taybetî yên ku di nava rêveberiyê de cih digirtin, hatine revandin. Em dibihîzin ku mal û milkên Kurdan ji wan tên girtin. Îslamîstên pişta xwe didin Tirkan, şerîatê ferz dikin. Em zanin ku rewş bi vî rengî ye. Mesela li gundê Dargeleyê, me bihîst ku 15'ê Hezîranê 60 gundî hatine revandin û ji bo pereyan bigirin dîl tên girtin. Berê DAÎŞ'ê ev dikir. Zarok li dibistanan bi sîstema perwerdeyê ya Tirk tên perwerdekirin."
Schmîdînger bal kişand ser dîroka kevnare ya herêma Efrînê û bi bîr xist ku ji sedsala 13'an û pê ve nifûsa Êzidî lê gelek bû. Schmîdînger diyar kir, heta dagirkeriya dawî jî nifûsa herî zêde ya Êzidiyan a li Sûriyeyê li Efrînê bû û qala êrîşên DAÎŞ'ê û dewleta Tirk ên li dijî Êzidiyan kir.
Schmîdînger anî ziman ku ji bo Efrînê pêwîstî bi lêpirsîneke lezgîn a serbixwe heye û bang li saziyên navneteweyî kir ji bo bikevin nava liv û tevgerê.
ÇETÎN: CÎHANA ROJAVA DAGIRKERIYÊ JI NEDÎTÎ VE TÊ
Ji qisekeran rojnamevan Ferda Çetîn jî li ser dagirkeriya li Efrînê û hiqûqa navneteweyî axivî. Çetîn diyar kir ku li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî, dagirkeriya dewlet Tirk "binpêkirina serweriyê ye" û wiha dewam kir: "Ev destwerdan eşkere û li pêş çavan e. Lewma pêwîstî bi nîqaşeke zêde nîne." Çetîn da xuyakirin ku cîhana ji xwe re dibêje "hemdem" e, bi awayekî zelal vê dagirkeriyê ji nedîtî ve tê û bi bır xist ku Tirkiye li pêş çavên cîhana rojava û Neteweyên Yekbûyî dikeve nava axa Iraqê jî.
Çetîn da xuyakirin, dewleta Tirk ji destpêkê ve hewldanên aştiyê û diyalogê yên Federasyona Bakurê Sûriyeyê û Kantona Efrînê red dike û vê cesareta xwe jî ji DYA û Rûsyayê digire. Çetîn diyar kir, Ûrûgûay û komên ser bi DAÎŞ û El Qaîdeyê jî tevlî civînên li Cenevreyê dibin, lê belê Kurd nehatine tevlîkirin û got, hêzên rojavayî hînê bersiv nedane bê çima Kurd tê de cih nagirin. Çetîn bal kişand ser berpirsyariya DYA, Yekîtiya Ewropa û Rûsyayê ya di vê rewşa neçareseriyê de û bi bîr xist, piştî ku Kurd li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bi ser ketin, cîhana rojava dest bi destekkirina Kurdan kir.
Ferda Çetîn işaret bi kêmasiya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ya di dagirkeriya Efrînê de û got, "DYA û Rûsya ne tenê destek dan Tirkiyeyê. Her wiha destekê didin komên terorîst." Çetîn destnîşan kir, OSO ya ku Tirkiye destekê dide wan, ji komên El Qaîde û DAÎŞ'ê pêk tê.
PÊŞNIYARÊN OCALAN
Nivîskarê Sûriyeyî Al Rashî Alaa Eldîn li ser mijara "Dîroka jiyana bi hev re a li Rojhilata Navîn" axivî û ji bo kesên li Efrînê jiyana xwe ji dest dane banga deqeyeke rêzgiritnê kir. Alaa Eldîn piştî rêzgirtinê axivî û işaret bi tifaqa navbera Kurdan û Ereban kir. Alaa Eldîn pêşniyarên çareseriyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, "Divê em bi mirovên ku li hev nakin jî hevkariyê bikin û aliyên ku em li hev nakin ji holê rakin."
KURD WÊ DEST JI NASNAMEYA XWE BERNEDIN
Ji Navenda Lêkolînên Kurd a li bajarê Bochûm ê Elmanyayê Newaf Xelîl jî destnîşan kir ku Kurd wê bi ti awayî dest ji nasnameya xwe bernedin. Xelîl diyar kir, dagirkeriya Tirk rewşa li Sûriyeyê girantir kiriye û wiha dewam kir: "Herêmeke ku wextekê herêma herî ewle ya Sûriyeyê bû, niha di rewşeke xetere de ye." Xelîl işaret bi hewldanên xalîkirina etnîkî kir û li ser rewşa mirovên xwe li Şehbayê girtine agahî da. Xelîl da xuyakirin ku pêwîstiya bi sed hezaran mirovî bi alîkariyê heye û divê bersiv ji wan re bê dayin. Newal Xelîl got, "Em tiştekî ji Yekîtiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka naxwazin, em tenê dixwazin ku sozên dane bi cih bînin. Êdî guh nedin hikumeta Tirk."
Konferans dewam dike.