Dagirkeriya Tirkan û vîzyona Kurdan li PE'yê tê nîqaşkirin

Têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li rojhilata navîn û vîzyona çareseriyê ya demokratîk a Kurdan li Parlementoya Ewrûpayê (PE) konferansek hate lidarxistin.

Komîsyona Hemwelatiyan a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrûpayê (EÛTCC), Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Enstîtiya Kurdan a Brukselê, KURD-AKAD’ê pêşengî ji konferansê re kirin. Partiyên GÛE-NGL Û S&D ên Parlementoya Ewrûpayê jî piştgirî dan konferansê.

Operasyonên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û perspektîfên çareseriyê yên Kurdan bû rojeva konferansê.

Siyasetmedar, akademîsyen, hiqûqnas û nûnerên Federasyona Bakurê Sûriyeyê axivîn.

WESTRHEÎM: LI EFRÎNÊ PAQIJIYA ETNÎKÎ Û MÊTINGERÎ HEYE

Serokê EÛTCC’ê yê Norwecê Karîane Westrheîm bal kişand ser dagirkeriya Tirkan a li ser Efrînê û bi sed hezaran kesên ku ji ber êrîşan warên xwe terikandine. Westrheîm diyar kir ku duyemîn artêşa mezin a NATO’yê bi mehan li herêmê ma û got “Li vê derê em dibînin ku, paqijiya etnîkî heye, mêtingerî heye, koçberiya bi darê zorê heye. Lê ew ê Kurd stûyê xwe xwar nekin û ew ê berxwedana wan a wêrek bidome.”

Weshtrheîm diyar kir ku hêzên li Tirkiyeyê û yên li derveyî Tirkiyeyê divê werin ba hev û xwedî li demokrasiyê derkevin û got “Divê em li hemberî her cureyên faşîzmê li ber xwe bidin. Divê em çareseriyekê ji krîza li Rojhilata Navîn re bibînin.”

VALERO: TEKANE HEBÛNA DEMOKRATÎK A LI HERÊMÊ ROJAVA YE

Li ser navê Kesk/Tifaqa Azad a Ewrûpayê Bodil Valero jî qala êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan û astengkirina alîkariyan kir. Valero got ku, “Li herêmê tekane hebûna demokratîk Rojava ye. Di hemû demokrasiyên nû de qelsî hene. Lê mirov dikare li ser vê modelê bixebite. Li herêmên din jî mirov dikare pêk bîne. Ya herî girîng jî modeleke sekuler e.”

Valero got ku, “Kurdan ji bo me jî têkoşîn dan kirin. Her kes hêvîdar bû. Lê dema ku Efrîn hate dagirkirin, kes li hemberî vî tiştî derneket. Welatên din dengê xwe nekirin. Li parlementoyê me dengê xwe bilind kir lê Yekîtiya Ewrûpayê bêdeng ma.”

Serokê koma GÛE/NGL yê Elmanyayê Gabî Zîmmer jî qala serkeftina HDP’ê ya di hilbijartina 24’ê Hezîranê de kir. Zîmmer diyar kir ku hemû aliyên li Tirkiyeyê piştgirî dane HDP’ê û got “Em jî bi gelê Kurd re ne. Di têkoşîna wan de, em ê piştgiriyê didin wan.”

DIVÊ YEKÎTIYA EWROPA BES ÇEKAN BIFIROŞE TIRKIYEYÊ

Zîmmer bi bîr xist ku peyva "şaxê zeytûnê" sembola aştiyê ye, lê belê Tirkiyeyê kiriye navê şerê xwe yê li Efrînê û hiqûqa navneteweyî binpê kiriye. Zîmmer got, ev dagirkerî li hiqûqa NATO'yê jî nayê, lê belê Yekîtiya Ewropayê, NATO û Neteweyên Yekbûyî bi xurtî li ber vê yekê ranebûne. Zîmmer bi bîr xist ku ji aliyê Kurdan ve provokasyonek qet nebûye û destnîşan kir ku divê hêz nema bê bikaranîn. Zîmmer bal kişand ser firotina çekan ji bo Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Em endamên koma çep a Parlamenta Ewropayê dixwazin Yekîtiya Ewropa nema çekan bifiroşe Tirkiyeyê. Em dixwazin Tirkiye karên xwe yên leşkerî bisekinîne û hemû girtiyên siyasî berde. Û dixwazin ku pêvajoya aştiyê ji nû ve bi rengekî aktîf bikeve rojevê."

MAVRÎDES: BI DAGIRKIRINA EFRÎNÊ RE DAGIRKIRINA QIBRISÊ HATE BÎRA MIN

Endamê koma S&D Costas Mavrîdes bi bîr xist ku berê li nava Parlamenta Ewropayê tenê çend endaman bi rengekî vekirî doza Kurdan diparastin û got, "Lê em dibînin niha roj bi roj xurtir dibin."

Mavrîdes dagirkeriya li Efrîn û Qibrisê şiband hev û got, "Dema ku min dît leşkerên Tirk ketin nava Efrînê, dema bihurî hate ber çavên min. Gava ku leşkerên Tirk ketin nava Qibrisê ez jî penaber bûm. Navê 'Şaxê Zeytûnê' lê kirin. Navê operasyona li dijî Qibrisê jî kiribûn 'Operasyona Aştiyê'. Sûcên li van deveran hatine kirin, sûcên li dijî mirovahiyê ne."

Mavrîdes bi dewamî got, "Em hewl didin ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê bê ferzkirin. Ne karekî hêsan e, lê belê me mijar anî asta danûstandinan, me xist rojeva Ewropayê û hewl dibin bi pêş ve bibin. Yekîtiya Ewropayê bi milyaran pere destekê dide Tirkiyeyê. Bi navê alîkariya ji bo koçberan, destekê dide rejîma Erdogan."

Mavrîdes diyar kir ku ew bi hêvî ye û got, "Heta ku li çiyayên Kurdistanê kulîlk vebin, em ê jî têkoşîna xwe ya ji bo mirovahiyê bidomînin."

Axaftinên destpêkê bi nîşandana sînevîzyonek li ser dagirkeriya Tirk a li Efrînê qediya.

Di rûniştina destpêkê ya konferansê de wê mijara "daxwazên mêtingeriyê" yên dewleta Tirk, di rûniştina duyemîn de "Bêdengiya civaka navneteweyî ya li pêşberî êrîşên Tirkiykeyê û têkiliyên du alî yên Yekîtiya Ewropayê yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn", di rûniştina sêyemîn de jî wê sernavê "şert û mercên nû ji bo demokratîkbûnê, pirsgirêk û metirsî" werin nirxandin.