Ji koma Keskan /Tifaqa Ewropaya Azad Jean Lambert behsa bêdengiya qada navnetewî ya li bara dagirkiriyê kir û bal kişande ser têkiliyên berjewendiyê ya di navbeyna Tirkiyê û YE’yê de. Lambert got bi taybetî li ser mijara penaberan ‘peymaneke gemarî’ hatiye danîn û diyar kir Erdogan her ku diçe tundir dibe û ji demokrasiyê dûr dikeve.
LAMBERT: PE REWŞA EFRÎNÊ JI DIL DIŞOPÎNE
Lambert got PE di vê mijarê de bang li Tirkiyê dike û diyar kir helwesta welatên YE’yê di vê mijarê de cuda ye. Lambert wiha domand: ‘’Em hewl didin ku PKK’ê ji lîsteya terorê derxînin lê em bi ser neketin. Ev jî bandorê li tiştên dibe dike. Lê Parlamentoya Ewropayê jidil rewşa Efrînê dişopîne. Em bikêr hatin ku bînin rojevê. Me fikarên xwe gotin. Me got pêdiviya me bi desteka mirovî heye. Me got divê sûcê şer were cezarkirin.’’
DI HIQÛQA NAVNETEWÎ DE CIHÊ DAGIRKERIYÊ TINE
Ji koma Çepgiriya Yekbûyî ya Ewropayê/Keskên Bakur (GUE/NGL) MartTîna Mîchels got li Rojhilata Navîn mijara Kurd ‘mijareke mîna kilîdê ye.’’ Mîchels got ew bûye şahide dagirkeriya li Efrînê û domand, ‘’Destwerdana Tirkiyê ya li Efrînê bi ti rengî li hiqûqa navnetewî naye. Sedema wê pir hêsa ne. Ti delîl tine ne. Ti êrîşeke li ser Tirkiyê tine.’’
‘HÎLETÊ MIN JÊ DIÇE KU ELMANYA ÇEKAN DIDE TIRKIYÊ’
Mîchels got Erdogan li dijî her cure hewldanên aştiyê ye û diyar kir Ewropa li bara dagirkeriya Tİrk a li Efrînê bêdeng maye. Mîchels bi bîr xist got Leopardên Elman li Efrînê hatine bikaranîn û got,’’Hîletê min ji vê diçe’’ û xwest ku çekan bes bifiroşin Tirkiyê.’’
BI HILBIJARTINAN TIRKIYE BI TEMAMÎ BERÊ WÊ XWE GUHERAND
Mîchels li ser hilbijartina li Tirkiyê jî got, ‘’Ev nîşaneya wî welatî ye ku bi temamî berê xwe guherandiye. Ev ji bo Erdogan ne serkeftineke e. Bandora vê ne tenê li ser Efrînê li ser me hemûyan heye.’’
WARD: PE BÊDENG NEMA, DIVÊ EM PIR WÊREK BIN
Parlamentera Ingilîz Julîe Ward got her çendî tê gotin civaka navnetewî bêdeng maye jî, bi rastî ne wiha bûye û got, ‘’Pir girîng e ku ez vê peyamê didime we.’’ Ward got ew ê dengê xwe ji niha û pê de bilindtir bikin. Ward wiha domand, ‘’Me hewl daye ku li Parlamentoya Ewropayê rastiyan bi dengekî bilind bibêjin, bi kêmanî li PE’yê bêdengî çênebûye.’’ Ward got dibe ku gelek saziyên Ewropayê têra xwe deng dernexistibin, dema ku şexs û kom têne cem hev vê bi dirûstî dibêjin û got, ‘’Em ê dengê xwe bilindtir derxînin.’’