'Divê ciwan hîn bi xurtî bi rola xwe rabin'
Mario Bortolotto ku ji Abya Yalayê tevlî Konferansa Ciwanên Cîhanê bû, diyar kir ku divê ciwan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetir bixebitin û xwedî roleke xurt bin.
Mario Bortolotto ku ji Abya Yalayê tevlî Konferansa Ciwanên Cîhanê bû, diyar kir ku divê ciwan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetir bixebitin û xwedî roleke xurt bin.
Endamê Rêxistina Poder Popularê Mario Bortolotto ku ji Abya Yalaya Arjantînê tevlî 1'emîn Konferansa Ciwanên Cîhanê bû, anî ziman ku ji bo avakirina rêyeka hevpar wan encamek bi dest xistiye.
Li paytexta Fransa Parîsê 3-5’ê Mijdarê ji 49 welatan 95 rêxistin, înîsiyatîf, tevger û ji bo nûneriya partiyê nêzî 400 delege tevlî 1’emîn Konferansa Ciwanan a Cîhanê bûn. Konferans ji aliyê Youth Writing History û Ronahî ve hate lidarxistin. Ciwanên ku beşdarî konferansê bûne, li ser pirsgirêkên civakî û pêşniyerên çareseriyê çareseriyê nîqaş kirin. Konferans diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Endamê Rêxistina Poder Popularê Mario Bortolotto ku ji Abya Yalaya Arjantînê beşdarî 1. Konferansa Ciwanên Cîhanê bû, pirsên ANF'ê bersivandin.
We atmosfera konferansê çawa dît?
Di konferansê de atmosfera yekîtiyê dihat hîskirin. Dema ku mirov li nîqaşên li vir dinêre,dibîne ku mirov dixwazin enternasyonalîzmeke nû ava bikin. Ji ber vê yekê ji bo rêxistin û tevger hevdû nas bikin û bi hev re nîqaş bikin, ev yek derfeteka pir baş bû. Destûr da ku fikrên cuda derkevin holê. Li vir rola ciwanan hate nîqaşkirin. Ez dikarim bi awayeke eşkere bibêjim ku; Ji bo avakirina rêyeke hevpar jî em gihiştin encamekê.
Li gorî nîqaşên konferansê, gelo dê piştî vê konferansê ciwan çi bikin?
Rêxistinên beşdarî vê konferansê bûn biryar dan ku dê toreka ciwanên cîhanê ava bikin. Her wiha ji bo xebatên li vir tên kirin berdewam bin dê konferansên herêmî werin lidarxistin û bi vî awayî dê ev xebat berfirehtir bin.
Di konferansê de Konfederalîzma Demokratîk jî hate nîqaşkirin. Hin biryar hatin dayîn, ji bo azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya çapemeniyê jî hat dayîn. Wekî din Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye û ti agahî jê nayên girtin. Hûn dixwazin li ser vê yekê çi bibêjin?
Fikra Konfederalîzma Demokratîk pir balkêş e. Ew ruhiyeta xwe ji avakirina rêyeke nû digire. Bi taybetî di nava gelê Rojavayê de ev yek tê jiyîn û dikare bibe mînak. Hewce ye pratîkên derketine holê werin xurtkirin.
Mijara duyem jî azadiya Rêber Apo ye. Ji bo hêzên serdest ên cîhan girtiyekî siyasî ye. Rêber Apo bi rexne û ramanên xwe bûye sebeb ku li cîhanê sîstemeke demokratîk bê avakirin. Daxwaza azadiya Rêber Apo divê hem wekî pêdiviyekê bê dîtin û hem jî bibe sedema têkoşînê.
Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê ciwan çi bikin?
Serok Apo a niha di nava ciwanên cîhanê de heta astekê tê zanîn. Hewce ye ku zêdetir bê naskirin. Ji bo vê jî divê ciwanên cîhanê rabin ser xwe û roleke xurt bilîzin. Divê ciwanên têkoşer ji bo azadiya Rêber Apo baştir bixebitin.