Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir, ku têkoşîn û berxwedana li Kurdistanê êdî di asta gel de tê dayîn û destnîşan kir, pêwîste berxwedan li Kurdistan û Tirkiyeyê hevgirtî bê meşandin.
Şerîk êrîşên topyekûn ên hikûmeta AKP'ê, berxwedana li hemberî van êrîşan û êvajoya dema pêş ji ANF'ê re nirxand.
Şerîk di destpêka axaftina xwe de, di serî de Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir hemû şehîdên berxwedanê, şehîdên xwerêveberiyê bi rêzdarî bibîr anî.
Şerîk da xuyakirin, ku dîktatoriya AKP û Erdogan, rengê herî pêşketî yê desthilatdariyên şerê taybet ên heta roja îro ye û got, "Rewşa nûbûyî ya darbeya 12'ê Îlonê ye. Rehê xwe digihêje heta dawiya salên 1960'î. Weke partiyeke dijminê gel derketiye holê. Berhema hemû xebatên kontr gerîla ye. Berhema hemû partiyên şerê taybet e. Lewma polîtîkayên ji bo komkujiyê dimeşîne. Ya ku îro dike ev e. Hemû beşên civakê hedef girtiye. Van komkujî û êrîşan li pêş çavên mirovan dike. Êrîşî hemû mûxalîfan dike."
ERDOGAN JI XWE RE DÎKTATORAN MÎNAK DIGIRE
Şerîk bal kişand ser bêtemûliya Erdogan a li akademîsyen, rojnamevan, tevgerên hawirdorparêz û mûxalefeta civakî û got, "Erdogan ji xwe re dîktatoran mînak digire. Mesela; dîktator Sûharto yê Endonezyayê mînak girtiye. Bala xwe bidinê; Erdogan gerên xwe yên li derveyî welat di dema dawî de bi giranî li van welatên berê dîktatorî lê hebûn, dike."
Şerîk diyar kir, Erdogan her tiştê ku dike weke mafê xwe dibîne û axaftina xwe wiha dewam kir: "Tiştê u ew dike sûcê şer e, sûcê li dijî mirovahiyê ye û bêyî bê taloqkirin divê were darizandin. Ya ku vê bike demokrasî û hêza gel e. Ewropa û cîhana rojava îro li pêşberî hemû komkujiyan bêdeng man e. Derfet ji dîktatoriya Erdogan re afirandine. Tevî ku serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye dayîn jî ev dadgeh neketiye nava tevgerê û li gorî qanûnên xwe tevnegeriya ye. Her wiha tevî ku tecrîdeke li pêş çavan a şidandî li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye, CPT tiştek nekiriye. Divê komkujiyên ji aliyê dîktatoriya AKP-Erdogan ve tê kirin li tevahiya cîhanê bê teşhîrkirin."
'PÊWÎSTE BERXWEDAN HEVGIRTÎ BE'
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk da xuyakirin, ku têkoşîna li Kurdistanê ketiye serdemeke nû û got, "Divê têkoşîn bi tenê li Kurdistanê nemîne, bê berfirehkirin. Berê têkoşîneke cuda li pêş me bû. Lê di rewşa heyî de ev têkoşîn û berxwedan êdî bûye karê gel, ji aliyê gel ve tê meşandin. Gel bûye hêza li navenda vê têkoşînê. Ne tenê gerîla, gel jî bi têkoşîna xwe re ketiye pêvajoyeke hevgirtî. Di dema pêş de pêwîste ji aliyekî ve xweparastin bê kirin, li aliyê din jî ji nû ve avabûn, avabûna demokratîk di rojevê de be. Gerîla weke garantiya têkoşîna gel heye. Çalakiyên di zivistanê de hatin kirin jî nîşan dide ku berxwedan wê bênavber dewam bike. Berxwedan dibe ku bi rêbazên cuda bê meşandin. Pêwîste karakterê berxwedanê li eniya Kurdistan û Tirkiyeyê were nirxandin. Divê berxwedan hevgirtî be. Li ser bingeha neteweya demokratîk, li ser bingeha komunalbûyîna jiyanê, li ser bingeha hevparkirina qadên jiyanê, ji nû ve avakirin wezîfeya me ya lezgîn e."