25 rêxistinên girseyî yên Ewropayê têkildarî salvegera Qirkirina Dêrsimê daxuyaniyek dan û gotin: "Divê AKP dest ji polîtîkayên xwe yên rantê yên li ser qirkirina Dêrsimê yên beriya hilbijartinê berde û belgeyên têkildarî qirkirinê de bide gelê Dêrsimê."
Di nav de FEDA, ADEF, Cemiyeta Ji nû ve Avakirina Dêrsimê, Komeleya Dij Qirkirina 38’an a Dêrsimê, ABDEM, NAV-DEM, TJK-E jî heye 25 rêxistinên girseyî têkildarî salvegera Qirkirina Dêrsimê de daxuyaniyek dan û gotin: “Di 4’ê Gulana 1937’an de desteya wezîran dicive û îmzeyê davêjin biryarekê. Metn bi ser navê ‘Biryara Desteya Wezîran a têkildarî Tevgera Tuncelî Tenkîl’ de ye. Di biryarê de tê gotin divê berxwedêrên çekdar bên îmhakirin, gund bên şewitandin, texrîbkirin yên mane jî bên surgunkirin.
Li ser metna biryarê nota 'bi huzura Ataturk û Mareşal re hatiye tetkîk û mutalakirin û gihiştine encameke wisa’ hatiye nivîsin. Yanî Ataturk bixwe ev emr daye. Serokkomar, fermandarê giştî, desteya wezîran di vê civînê de amade bûne û hevkarên biryarê ne. Em wê demê dikarin wek MGK demî bixwînin. Û di siyaseta vê de jî wateya vê, biryara dewletê ya vê ye. Ya dewletê li Dêrsimê kir, qirkirine. Fermandariya Giştî, waliyê rayeya taybet, endamên hikûmetê û heta CHP’ê ji vê berpirsin.”
Di berdewamiyê de hat gotin ku ji 2008’an heta niha Konferansên Enternasyonal Dersîmê yên li parlamentoya Ewropayê pêk hatin, li Tirkiye, Ewropa û hemû cîhanê deng dan û wiha hat gotin: “Wek tê zanîn aliyekî vê xebatê ev e ku rastiyên dîrokê bi hemû aliyên rayagiştî re bê parvekirin û rastî bên qebûlkirin û tiştên pêwîst bên bicihanîn. Dema rewş wisa be, ev hatiye dîtin ku mijar bi konferans, panel û bernameyên cuda nekare bê sînorkirin. Ji ber ku divê qirkirina Dêrsimê hem ji alî T.C û hem jî di areneya navneteweyî de bê nasîn û hewcedariyên wê bêcihanîn. Lê polîtîkaya qirkirinê ji aliyê hikûmetê ve tê berdewamkirin û wek pirsgirêka ku divê demildest bê çareserkirin li pêş me disekine. Qirkirina çandî hîna didome.
Kewandina birînan, rawestandina hilweşîn û asîmîlasyonê, peywireke mirovahiye. Yekane muxatabê vê jî gelê Dêrsimê yên ku rastî sûcê mirovahiyê hatiye.
Ger ku zîhniyeta dewleta înkarker sûcê xwe qebûl neke û bi dîroka xwe re neyê rû hev, birînên berê nekewînin, emê di areneya navneteweyî de dewletê bidarizînin. Di 2012’an de rayedarên Tirk ji ber sûcê di 1937-83’an de li Dêrsimê sûcê mirovahiyê kirine, serî li Dadgeha Cezaya Laheye hat dayîn. Dewleta Tirk her çiqas vê dadgehê nas neke jî, ev rastiye ku li UCM’ê sîcîla wan ya qirkirinê hatiye vekirin.
Li ser qirkirinê serokkomarê Tirk Erdogan soz dabûn, lê di ser de 4 sal derbas bûn. Ne êşa wan hat sivikirin û ne jî pêşî li polîtîkayên qirkirinê hat girtin. AKP’ê dest ji polîtîkayên xwe yên rantê yên beriya hilbijartinê berneda. Divê dest ji van polîtîkayên xwe berde û belgeyên têkildarî qirkirinê de bide gelê Dêrsimê.”
Hat gotin ku Kemal Kiliçdaroglu yê CHP’î qirkirinê dide jibîrkirin û Tuncelitiyê derdixe pêş û hat gotin ku ev tê wateya ku ji nûve teşeyê dide pêşerojê.
Di daxuyaniyê de cih dan van daxwazan;
Tişta li Dêrsimê di 1937-38’an de hat kirin li gorî hiqûqa navneteweyî qirkirine
Qirkirina çandî ya li Dêrsim, Kurdistan û hemû gelên bindest û Elewî-Qizilbaşan tê kirin, li her qada jiyanê didome.
Em saziyên li jêr yên îmzeya wan li bin metnê heye;Bang li hemû Dêrsimî, şoreşger, demokrat, sosyalîst û ronakbîran dikin ku bila li dij qirkirinê derkevin, dixwazin ku TC bi qirkirinê re bê rû hev û mînakên wek yên gerdunî nîşan bidin.
Em daxwaz dikin ku qirkirina Dêrsimê di arenaya navneteweyî de bê nasîn, dadgehên Dêrsimê yên navneteweyî bên avakirin, dewleta Tirk hesab bide. Divê ji qurbaniyên qirkirinê lêborîn bê xwestin, wek mînakên di dîrokê de; yên wekê Wîlly Brand û her wekê din.
Divê dewlet bi hemû komkujiyên li Kurdistan, Dêrsim û Tirkiyeyê re bê rû hev û mafên baweriyan bide nasîn, mafê tayînkirina qedera Kurdan ya bixwe, bê şert û merc qebûl bike.
Divê hemû arşîv bên vekirin û teslîmê gelê Dêrsimê bêkirin
Divê gora Seyît Riza û hevalên wî bê vekirin
Divê zîhniyetên ku komkujî pêk anîn bêguhertin
Li gelek deverên cîhanê abîdeya qirkirinê bê çiqandin
Çend kes sirgûnî ku derê hatine kirin,
Çend kes wek ewlad hatine dayîn,
Çend kes bo xwedîkirinê dane ku derê,
Navê gund, navçe û bajaran bê dayîn
Navê kujeran demildest bê rakirin
HES demildest bên rawestandin
Çêkirina qerekolan û pergala cerdevaniyê bê rakirin.
YÊN ÎMZE AVÊTIN
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA)
Federasyona Yekîneyên Dersîmê yên Demokrat ên Ewropayê (ADEF)
Cemiyeta Ji nû ve avakirina Dêrsimê,
Komeleya dij Qirkirina 38’an a Dêrsimê
Meclîsa Aştî û Demokrastiyê ya Ewropayê (ABDEM)
NAV-DEM
Tevgera Jinan a Kurd a Ewropayê (TJK-E)
Konfederasyona Gelan a Demokratîk a Ewropayê (ADHK)
Tevgera Jinan a Demokratîk a Ewropayê (ADKH)
Tevgera Ciwanan a Demokratîk a Ewropayê (ADGH)
Federasyona Karkerên Tirkiyeyê ya Elmanyayê (ATÎF)
Komeleya Kurmeş
AGÎF
Seka Sur
Înfo- Weqfa Tirk
Cîhana tê jiyîn-Proleterya Şoreşger
Federasyona Elewiyan a Swêdê
Partiya Guherîna Demokratîk a Ewropayê
Komeleya Piştevaniya Mezopotamyayê
Mezopotamya Kultur Centrum
Hewldana Mereşê ya Ewropayê
Însiyatîfa Kurecîkiyên Ewropayê
Dêrsim Spor Ludwigsburg
Konfederasyona Penaberan a Bindest a Ewropayê (AvEG-Kon)
Partiya Pêşerojê ya Çep a Keskan