Dîsan ya hate qetilkirin jin û qatil zilam
Dîsan ya hate qetilkirin jin û qatil zilam
Dîsan ya hate qetilkirin jin û qatil zilam
Li navçeya Piranê ya Amedê xwendekara dibistana amadeyî ya jin a bi navê F.K. ji aliyê Aydin K. ve bi 8 darbeyên kêrê hate qetilkirin.
Li gorî agahiyan Xwendekara Dibistana Amadeyî Necatî Ceylan a Pîranê ya bi navê F.A. (17) di derketina dibistanê de ji aliyê Aydin K.(28) ve bi darbeyên kêrê hate qetilkirin. Hate ragihandin ku, di navbera F.A. û Aydin K. de li baxçeyê dibistanê nîqaş derket û Aydin K. bi kêra bi xwe re anî F.A da ber darbeyên kêran û 8 darbeyên kêrê li dan. F.A. ya rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Aydin K. ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.
Hate zanîn ku Aydin K berê jî gelek caran gef li F.K. xwaribûn.