Dirûşma "Kujer Erdogan" li Hamburgê deng veda

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê, bi beşdariya 5 hezar kesî meşeke girseyî hate lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku li Efrînê dike hatin şermezarkirin.

Di meşê de ku ji stasyona navendî ya Hamburgê dest pê kir dirûşmên "Kujer Erdogan", "Kujerê pitikan Erdogan", "Terorîst Tirkiye" hatin qîrîn.

Aktîvîsta mafên mirovan û nivîskar Anja Flach di destpêka meşê de axivî û got, li dijî êrîşên talan û dagirkeriyê wê her roj li qadan bin. Flach helwesta welatên ku li pêşberî êrîşan bêdeng in şermezar kir.

Sevahir Bayındır bi navê NCDK a Hamburgê axivî û destnîşan kir ku Efrîn wê li dagirkeran bibe goristan.

Bayındır diyar kir, Efrîn dilê Kurdistanê ye û ji bo xurtkirina piştevaniyê bang kir.

Şaredarê berê yê Depê Burhan Kocaman jî li vir axivî û girseya gel piştre heta Sternschanzeyê meşiya.

Piştre li HBF a Hamburgê çalakiya bê îteatiya sivîl hate kirin. Polîsan çend ciwanên Kurd di çalakiyê de binçav kirin.