Dîroka nû ya dawiya Cîhanê hate diyar kirin: 98 roj mane!

Dîroka nû ya dawiya Cîhanê hate diyar kirin: 98 roj mane!

Piştî vala derketina kesên ku pişt didan salnameya Maya a xirabûna Cîhanê di sala 2012’an de, vê care jî li gorî efsaneya Viking ji bo roja qiyametê dîrokek nû hate diyar kirin. 22’ê sibata 2014.

Vikingiyên ku roja qiyametê weke “Ragnorok” bi nav kirin, wê piştî 98 rojan şûnde çêbibe. Efsaneyên Îskandinavya dibêje ku wê di roja Ragnorok xûda Odîn wê ji aliyê gûrê mezin ê binavê “Fenrir” bê kuştin. Li gorî vê baweriyê wê tenê 2 kes sax bimînin û wê ev şarastaniyekî nû bidin avakirin.

Li Îngilîstanê şîrketên lîstik û bazirganî ji firseta “dawiya Cîhanê” bi şêweyekî berçav dest bi sûd wergirtina jê kirin. Gelê  bajêrê York yê ku girêdayî gelê Îskandinavyane hemû şevan bi lêdana kûrneyan hatina Ragnarok hişiyarî didin.

Dawiya Cîhanê di aliyê şîrketan de tê wateya dawîbûnekê. Metirsî û baweriyên ku çêdikin di aliyê bazirganî de û pêşniyaran ve vedigere bazirganiyê. Li gorî ku li ber çav ji bo bazirganiyê çewan 21’ê Kanûna 2012’an şûnde pêvajoyekî nû çêbûyî wê ji Sibata 2014’an şûnde jî jiyanek heye.