Dîrektorê ECPM: Divê PKK di nava 'lîsteya terorê' de nebe

Dîrektorê Weqfa Siyasî ya Xiristiyanan a ji bo Ewropayê (ECPM-Sallux) Johannes de Jong diyar kir, ku Tirkiye bi dîktatoriyeke zordar tê birêvebirin û divê navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin.

Hilbijartinên serdema nû ya Parlamenta Ewropayê wê di navbera 23-26'ê Hezîranê de pêk were. Tevgera Siyasî ya Xiristiyanan a ji bo Ewropayê (ECPM) ku rêxistina sîwanî ya wan partiyan e ku li ser bingeha 'nirxên Xiristiyaniyê' tevlî hilbijartinê bibin, îdîa dike ku ji bo naskirin û parastina mafên Kurdên li Rojava û Şengalê û hindikahiya olî wê bêhtir bixebite.

Dîrektorê Weqfa Siyasî ya Xiristiyanan a ji bo Ewropayê (CPFE-Sallux) Johannes de Jong ku piştgiriyê dide karên ECPM'ê, diyar kir ku li Parlamenta Ewropayê karê wan ê bingehîn wê parastin, naskirin û xurtkirina destketiyên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê be.

Dîrektorê ECPM'yê Johannes de Jong ku bi karên xwe yên li ser Kurdan-Êzidiyan, Asûrî-Suryaniyan û hindikahiyên din ên li Sûriye û Iraqê tê naskirin, ji ANF'ê re axivî.

MODELA BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ MODELEKE SÛDEWAR E

Jong anî ziman, gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê girîngtirîn projeya sedsala dawî ya li Rojhilata Navîn bi cih tînin û got, "Ev modela ku hevkariya gelan, azadiya jinê û serbestiya olan ji xwe re esas digire, di demekê de derkete holê ku pêwîstî gelekî pê heye. Bi dîtina min ev yek gaveke sûdewar e ji bo tevahiya dinyayê. Bêguman projeya ku van mirovan xistine meriyetê dibe ku ne bêhempa be, lê dîsa jî di têkoşîna dijî 'nebaşiyê' de mînakeke bedew a gelan e ji bo afirandina başiyê. Gelên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nîşan didin ku gelên li Rojhilata Navîn dikarin vê bi ser bixînin û pêşhukmên li Ewropa û DYE'yê têk dibin. Bi dîtina min divê Ewropa û Emerîka spasdarê van mirovan be û ji wan re bibin alîkar. Ji ber vê yekê ECPM û partiyên siyasî hemû destekê didin Reveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk."

Jong diyar kir, ECPM li gelek welatên Yekîtiya Ewropayê gelek partiyên siyasî yên hemfikir in li hev dicivîne û got, "ECPM nêrîna konfederalîzmê diparêze ku xwendevanên ANF'ê ne xerîbê vê nêrînê ne. Em bi vê armancê kampanyayê dimeşînin."

'JI BO ÊZIDÎ Û ASÛRÎ-SURYANÎ BIBIN XWEDÎ MAFÊ XWERÊVEBERIYÊ EM Ê BIXEBITIN'

Jong li ser karên xwe yên li Parlamenta Ewropayê ji bo civaka Êzidî û Asûrî-Suryaniyan agahî da û got, "Em dixwazin li ser destketiyan (Yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) hin tiştan ava bikin. Dema ku me ji bo Asûrî-Suryanî û Êzidiyan dest bi kar kir, li nava Yekîtiya Ewropayê mafên wan ên siyasî weke komên etnîkî-dînî nedihat qebûlkirin û biryardarên siyasî guh nedidan wan. Lê belê ev yek em li nava Yekîtiya Ewropayê hem jî li nva welatan bi rengekî radîkal guherîn. Di vê mijarê de em gelekî dereng man, lê em di asteke welê de ne ku daxwazên wan ên siyasî niha bêhtir tên qebûlkirin. Heta ku em encama ku dixwazin werbigirin em ê hîn bêhtir li ser mijarê bisekinin. Pêwîste Yekîtiya Ewropa mafên destûra bingehînî yên xwerêveberiyê û xweparastinê yên Êzidiyan û Asûrî-Suryaniyan ewle bike. Karê me li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî gihaştiye heman astê, lewma em kêfxweş in.

Tevî ku em ne yekane organîzasyona rojavayî ne ku li DYE'yê di vê mijarê de dixebitin, lê ji bo mafên xweparastin û siyasî yên her du gelan yekane sazî em in ku karê lobî kir. Li nava Yekîtiya Ewropayê jî em ê di nava 5 salên bê de giraniyê bidin ser van mafan, bi taybetî zextê bikin ku ji bo jinûve avakirinê Yekîtiya Ewropa piştgiriyê bike.

Di vir de dixwazim destnîşan bikim ku hem Êzidî hem jî Asûrî Suryanî divê hevkarî û yekîtiya nava xwe û ya bi hev re xurt bikin. Partnerên me yên li Ewropayê Yekîtiya Suryaniyan li Ewropayê (ESU) û Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê di vê mijarê de mînakên girîng in. Karê ku me heta niha kir bi wan re me kir.

Wekî din dixwazim destnîşan bikim ku em yekane organîzasyona siyasî ya Xiristiyan in ku ji bo mafên Asûrî-Suryaniyan û Êzidiyan karê lobî dikin. Em karê partiyên çep ên li Ewropayê yên di vî warî de pîroz dikin, hêja dibînin, lê belê min nedît ku wan bi rengekî pêşeng karê lobî kir. Biryardarên li Yekîtiya Ewropa û DYE'yê zêde guh nadin wan. Di vê mijarê de em valahiyeke girîng dadigirin."

'DIVÊ PKK JI NAVA LÎSTEYA RÊXISTINÊN TERORÊ BÊ DERXISTIN'

Li ser nêzîkatiya dewletên Ewropayê li têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Jong got, "BundnisC li Elmanyayê ku endamê me ye, bang kir ku biryara li Belçîkayê ya ku digot 'PKK ne rêxistina terorê ye' divê bi cih were anîn û ji lîsteyê bê derxistin. ECPM ji ber mezinahiya gefa DAÎŞ'ê me giranî dabûn ser Sûriye û Iraqê. Ev nayê wê wateyê ku em li pêşberî rewşa li Tiriyeyê bêdeng in. Em bi vekirî got ku Tirkiye bi dîktatoriyeke zordar tê birêvebirin. Em li nêrîna Tirkiyeyê nefikirîn û bi YPG û PYD'ê re bêyî pirsan bipirsin, xebitîn.

Rast e hebûna navê PKK'ê li lîsteyê, karê me zehmet dike. Ji ber ku ev arguman bi taybetî li wezaretên karên derve ji bo veşartina tirsa karmendên payebilind û fêhmnekirina rewşa rast a li qadê (Kurdistan) tê bikaranîn. Wezîfedarên wezaretên Ewropî di mijara berjewendiyên Ewropayê de xwedî nêrîneke şaş in. Hewldanên me wê destpêkê ji bo naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û piştgiriya ji bo jinûve avakirina wê be. Em giraniyê didin ser piştgiriya ji bo mafên wekhevî, demokrasî û mirovan ên li wê derê. Em vê yekê weke destpêkekê ji bo Rojhilata Navîn dibînin."