Dîno Frîsûllo li ser gora xwe hat bîranîn

Dîno Frîsûllo li ser gora xwe hat bîranîn

Parêzvanê mafên mirovan ê Îtalî, rojnamevan û dostê Kurd Dîno Frîsûllo, di 10. salvegera wefata xwe de ji aliyê dostên xwe yên Kurd ve hat bîranîn. Bi deha Kurd û Îtalî li ser gora Frîsûllo yê di 6'ê Hezîrana sala 2003'an de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, dostê Kurd Dîno Frîsûllo bibrîr anîn.

Di bîranînê de birayê Dîno Frîsûllo axaftinek kir û behsa jiyana wî ya li nava malbatê kir. Dûre hevalên Frîsûllo behsa hevaltiya xwe kiirn. 

Frîsûllo di çalakiyeke li Amedê de hatibû girtin, 3 mehan li girtîgehê hatibû ragirtin û dûre derveyî sînor hatibû kirin.

Li û axaftinan, girseya gel kulîlk danîn ser gora Dîno Frîsûllo.