BI DÎMEN

Dîndar: Em ê teqez qufila Îmraliyê bişkînin

Parlamenterê DEM Partiyê Mahmût Dîndar diyar kir ku gelê Kurd “Meşa Azadiyê” bi xwedîderketineke mezin pêşwazî kir û got: "Em ê teqez qufila Îmraliyê bişkînin."

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja xwe ya 9’emîn de didome.

Parlamenterê DEM Partî yê Wanê Mahmût Dîndar ji ANF'ê re axivî û got: "Em di roja 9'emîn a meşa xwe de ne. Li her navçe û gundê ku em diçin em bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. Hemû gelê me dizane bê meş tê çi wateyê û encama ku em dixwazin çi ye. Ji ber vê yekê xwedîderketineke mezin heye."

Dîndar ev peyam jî da gel:

"Em ji bo ku vîna gelê Kurd ji zindanê derbikeve û qufilên rizyayî vebikin dimeşin. Em li her derê ji gelê piştgiriyeke mezin dibînin. Em piştrast in ku di dawiya vê meşê de em ê bi gelê xwe tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bişkînin. Heta ku tecrîd biqede em ê van meşan bidomînin, em ê qufila Îmraliyê bişkînin.

Ji bo aştî, ji bo ku jiyan ji nû ve watedar bibe, ji bo mirov li malên xwe di nava aramiyê de bijîn û bi aramî li kolanan bimeşin divê tecrîd bê şikandin.”

Parlamenterê DEM Partiyê Mahmût Dîndar da xuyakirin ku ew ê di 13'ê mehê de li Amedê bin û bang li gelê Amedê kir ku bi coşeke mezin “Meşa Azadiyê” hembêz bike.