Dîmenan Walî Mutlu derewand!
Dîmenan Walî Mutlu derewand!
Dîmenan Walî Mutlu derewand!
Rastiya maddeya kîmyewî ya di nav ava şid de li hemberî xwepêşandêran hat bikaranîn û Waliyê Stenbolê Avnî Mutlu digot, nîn e bi dîmenên hatin girtin derket holê. Di dîmenan de dema ku polês maddeya kîmyewî bar dikin wesayîta TOMA tê dîtin.
Li Stenbolê terora polêsan a li hemberî xwepêşandêran ku bi hemû dijwariya xwe didome, polês ji bo zerarê bide xwepêşandêran serî li her cûre rêbazan dide.
Di êrîşa doh a li hemberî Taksîm û Parqa Gezî de di nav ava şid a dihat bikaranîn de maddeya kîmyewî ketibû rojevê.
Waliyê Stenbolê Avnî Mutlu, gotibû ku di nav ava ku di TOMA'yan de tê bikaranîn de maddeya kîmyewî nîn e û tenê ava dermankirî heye.
Piştî li ser daxuyaniya Walî Mutlu saet derbas nebûn, derket holê ku gaza îsotan OC tevlî ava bi şid dikin. Di wêneyên di ajansan de derbas dibin, dema polês bi bîdonên 10 lîtreyî gaza îsotê vala dikin wesayîta TOMA tê dîtin.