Televîzyona Dewletê ya Îranê diyar kir ku, li Sûriyeyê ji meha tebaxê ve 48 dîlên Îranê ku ji aliyê muxalîfên Sûriyeyê ve hatibûn girtin serbest hatine berdan.
Weqfa Alîkariyê ya Mirovahî ya Tirk ÎHH’ê îdia kir ku, Sûriyeyê ji bo rehîneyên Îranê bên berdan, 2 hezar û 130 girtî serbest berdane.
Artêşa Azadiya Sûriyeyê ya muxalîfan diyar kir ku, dîlên Îranê ji ber ku li ser navê Artêşa Sûriyeyê faliyet meşandine girtine. Îranê qebûl kir ku, hinek dîl endamên artêşa teqawîtin, lê îdia dikir ku ev heciyên ku diçûn serdana Turbeya Şîiyanin û li nêzî Şamê hatine girtin. Organîzaysona heciyan ya Îranê diyar kiribû ku, di nava komê de hin xwendekar û xebatkarên cemawerî jî hene.
Piştî dîlgirtian kesên mijara gotinê, Tugaya girêdayê Artêş Azadiya Sûriyeyê ye îdia kirin ku, di destê wan de delîlên di derbarê ku ev kesên dîl hatine girtin girêdayê muhafizên Şoreşger yên Îranê dixebitin.
Berdevkê Artêşa Azadiya Sûriyeyê Ahmet Hatîp ji AFP’ê re axivî û piştrast kir ku rehîne serbest hatine berdan. Lê hikûmeta Suriyeyê hêj di derbarê vê de daxuyaniyek nedaye. Îranê jî ev agahî piştrast kir.
Rayedarên Weqfa Alîkariyê ya Mirovahî ya Tirk ya ÎHH’ê diyar kir ku, Rejîma Sûriyeyê gotiye ku ji bo dîlên Îranê bê berdan dê 2 hezar û 130 sivîlan berdin. Endamên ÝHH Osman Atalay, got di nava kesên serbest bên berdan de dê çend welatiyên Tirk jî hebin.
Ajansa Anatolya (AA) jî got ev berdana beranberî bi hevkariya Tirkiye û Qetarê pêk hatiye.