Dîlekçî: Tecrîd gumanê li ser samîmiyeta pêvajoyê çêdike

Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî, anî ziman ku li Îmraliyê di nava sê mehan de sê hevdîtin hatin kirin lê belê tecrîd dewam dike û got ku ev rewş dibe sedem ku guman li ser samîmiyeta pêvajoyê çêbibe.

VEYSÎ DÎLEKÇÎ

Li ser banga Devlet Bahçelî ku yek ji hevparên Tifaqa Cumhur e, di 8’ê Cotmeha 2024’an de nîqaş li ser pêvajoya nû destpê kir. Lê li aliyê din polîtîkayên tecrîdê yên ku 25 sal in li Îmraliyê tên meşandin bênavber berdewam dikin. Hê jî destûr nayê dayin ku Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Mafên hiqûqî yên Rêber Apo ku di hucreyên yek kesî de tê girtin, bi temamî hatine desteserkirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî, li ser bûyerên ku li Îmraliyê tên jiyîn û pêvajoyê çareseriyê ji ANF’ê re axivî. Veysî Dîlekçî, diyar kir ku ji Cotmehê û vir ve di nava sê mehan de sê hevdîtin li Îmraliyê pêk hatine û destnîşan kir ku li gorî zagonên Tirkiyeyê yên heyî, çi dibe bila bibe mafê kesê ku li girtîgehê tê ragirtin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêk bîne heye, nabe bê astengkirin.

‘TECRÎD DEWAM DIKE, EM NIKARIN BEHSA ÇARESERIYÊ BIKIN’

Veysî Dîlekçî, da xuyakirin ku Tirkiyê di şexsê Birêz Ocalan de qedexeya hevdîtina bi malbat û parêzeran re pêk tîne û wiha axivî, “Tevî ku di nava sê mehên dawî de 3 hevdîtin bi Birêz Ocalan re pêk hatine jî, tecrîd hê jî dewam dike. Birêz Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Heta ku deriyên Îmraliyê girtî bin, em nikarin behsa çareserî yan jî pêvajoyekê bikin."

Dîlekçî, destnîşan kir ku divê astengiyên li pêşiya Îmraliyê tev bên rakirin û wiha domand, “Divê qanûn di vê çarçoveyê de bê pêk anîn û kes ji mafên xwe sûd wergire. Eger çareserî tê xwestin divê gavên şênber bên avêtin. Hem behsa pêvajoyê tê kirin hem jî tecrîd didome, ev yek samîmiyeta li hemberî pêvajoyê dixe nava gumanan. Zext û operasyonên dewam dike. Bendewariya civakê samimiyet e, rast rêveçûna pêvajoyê ye.”

Dîlekçî, anî ziman ku ji bo pêvajo bi awayekî baş birêve here, divê hevdîtina Birêz Ocalan ya ligel malbat û parêzeran destpê bike û wiha got, “Divê dev ji polîtîkayên zextê bê berdin. Divê nêzîkatiyên ku bawerî dide civakê pêş bikevin. Em hêvîdar in ku ev şert û merc bên guhertin û zemîneke ku bawerî bide civakê ava bibe.”