Li Parîs, di aktivîteya Bazarcix û Elbîstaniyan de xwerêveberî hat silavkirin. Dîlek Ocalan a ku beşdarî aktivîteyê bûyî, banga xwedî li berxwedanê derkevin kir û li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bertek nîşan da.
Li paytexta Parîs a Fransa, di aktivîteya Bazarcix û Elbîstanê ya hat lidarxistin de, xwerêveberiya li Kurdistanê jî hat silavkirin.
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, Hevserokên Komaleya Elbîstan û Bazarcix, Federasyona Elewiyên Demokratîk ê Ewropa (FEDA), rêveberên din ên saziyên Elewiyan û Serokê Şaredariya Sarcell Françîsko Pûpponî jî beşdarî aktivîteyê bûn.
‘BEŞDARÎ HEMÛ ÇALAKIYAN BIBIN’
Di aktivîteyê de daxuyanî ji aliyê rêveberên Elewiyan ve hat dayîn, wiha hat gotin: “Ji destpêkê em Kurd û Elewî van qetlîaman lenet dikin û bang li hemû dostên xwe dikin ‘Bêdeng nemîn in.’ Em dizanin ku, yên ku qetlîamên Mereş û Sîwas û yên ku niha qetlîaman dimeşinin heman kes in. Hemû dostên me yên bi nirx ên li Ewropa dijîn; ji bo dawî li van qetlîaman bînin pêwîst e em di nava çalakiyan de bin. Divê ji bo hemû çalakiyan em beşdarbûna xwe çêkin.”
DÎLEK OCALAN: DIVÊ BIBE SEDSALA KURDAN
Dîlek Ocalan jî wiha got: “(...) Zimanê me nagire ku bêjin şer, di şeran de jî zagon û hiqûq heye. Bi taybet di êrîşên li hember xwerêveberiyê de jin tên hedefgirtin û tên qetilkirin. Em dibînin ku, yên ku qetlîama Parîs û Silopiya kirin heman kes in. Wê tola hemû qetlîaman bê xwestin. Îro gelê ku dibêjin em dikarin ‘xwe bi xwe bi rê ve bibin’ bi tank û topan êrîş li ser tê meşandin. Rê nayê dayîn ku gelê Kurd siyasetek demokratîk bimeşînin, rêveberên partiya me tên girtin. Pêvajoya muzakerayan ê Birêz Abdullah Ocalan dayî destpêkirin bi qetlîaman bersiv danê. Îro bi vî awayî li hemû cihanê tê dîtin ku bê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti rêya çareseriyê nîne. Em jî ji bo Rêberê xwe di bin tecrîdê de nehêlin, ji bo vê sedsalê bikin sedsala gelê Kurd, divê li ber xwe bidin û bi awayek aktîf beşdarî çalakiyên li vir pêk bên bibin.”