Dîlek ê li Kobanê bi giranî birîndar bû li TEM’ê tê girtin
Dîlek ê li Kobanê bi giranî birîndar bû li TEM’ê tê girtin
Dîlek ê li Kobanê bi giranî birîndar bû li TEM’ê tê girtin
Selahattîn Dîlek ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û li nexweşxaneyê hate binçavkirin. Hate ragihandin ku ji aliyê Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê re ya Amedê hatiye girtin. Serokê ÎHD’ê ya Rihayê Atîla Yazar ku pêvajoya binçavkirina Dîlek şopand diyar kir ku mafê wî yê dermankirinê hatiye xespkirin û got "Pêkanîna li Dîlek hatiye kirin li derveyî mirovahiyê ye." Yazar ji ANF’ê re axivî û anî ziman Dîlek li beşa ortopedî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ji aliyê tîmên taybet ên rûyê wan pêçandî ve hatiye binçavkirin û doktorên ku ketine navberê jî bi çekan hatine bêdengkirin.
Selahattîn Dîlek ku di êrîşên DAIŞ’ê de li Kobanê birîndar bû û di çapemeniyê de hat îdîakirin ku berpirsê duyemîn ê herêma PKK’ê ye, bêyî ku bê dermankirin birin Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Amedê. Dîlek bi darbestê ji Kobanê anîn Pirsûsê û li vir jî ji aliyê tîmên taybet ve hat girtin.
MAFÊ WÎ YÊ DERMANKIRINÊ HAT XESPKIRIN
Serokê ÎHD’a Rihayê Atîlla Yazar gotku Dîlek di şeva Şemiyê saet di 02.00’an de li nexweşxaneyê ji aliyê tîmên taybet ve hatiye binçavkirin.
Yazar anî ziman ku tîm dibêjin ku bi fermana walî hatine vir û berê çekên xwe didin doktoran û got: “Mafê dermankirina Dîlek hate xespkirin. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ev zîhniyet ne tenê ji bo Dîlek, ji bo hemû şervanên YPG’ê derbas dibe. Li Çewlikê piştî provokasyona li hemberî sê polîsan helwesta leşkeran bi tund bûye. Dewleta ku dermankirina çeteyên DAIŞ’ê bi rehetî dike dema mijar dibe Kurd her maf jê tên girtin.”