Dilê wê ji bo zarokên xwe yên li sê eniyan şer dikin lê dide

Dilê wê ji bo zarokên xwe yên li sê eniyan şer dikin lê dide

Ji çalakgerên nobeda berxwedanê ya li ser sînor Bêzar Bîngol, sê zarokên wê li nav refên HPG, YPG û YPJ'ê şer dikin. Dayika Bêzar a ji ser sînor li Kobanê dinêre dibêje, "Ji vir ez bêhna wan hîs dikim. Li benda roja serketina Kobanê û hembêzkirina zarokên xwe me."

Li ser xeta Kobanê-Pirsûsê, yên herî zêde li benda mijzgîniya serketina berxwedana Kobanê ne dayikên şervanên Kobanê ne.

DAYIKA SÊ ZAROKÊN WÊ LI SÊ ENIYAN ŞER DIKIN

Yek ji van jî dayika Bêzar Bîngol e ku sê zarokên wê her yek jê li nava refên HPG, YPG û YPJ'ê de cih digirin e. Bîngol ku keç û kurekî wê niha li Kobanê di nava berxwedana Kobanê de cih digire, zarokekî wê jî li nav refên HPG'ê ye. Dayika Bîngol dibêje, "Bila Xwedê bi wan re be, pêşiya wan vekirî be" û anî ziman, "Kurê min ê bi tenê li malê ma hat cem min, ji min re goti 'Dayê di van şert û mercan de, di vê rewşa ku Kobanê tê de ye de ez nikarim li vir bimînim û bi vî rengî lê temaşe bikim. Ev yek wê ji bo min xiyaneta li welat û gelê xwe be. Ez ê biçim û heta azadiya Kobanê jî ez ê venegerim' û xatir xwest."

ZAROKÊ XWE YÊ DAWÎ JÎ BI RÊ KIR

Dayika Bîngol got, "Min jî jê re got biçe kurê min, bila Xwedê quwetê bide te, hemû rêhevalên te, tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê û min ew bi rê kir." Dayika Bîngol diyar kir ku ji bo nêzî zarokên xwe be ew hatiye ser sînor û got, "Ji vir, mîna ku bêhna wan tê min. Li vir benda roja serketina Kobanê û hembêzkirina zarokên xwe me."

LI BENDA MIZGÎNIYEK JI ENIYA BERXWEDANÊ YE

Dayika bi navê Fatma Bîlen a 60 salî, ya kurekî wê li nav refên YPG'ê şer dike anî ziman ku kurê wê yê li Stenbolê dijiya, ji ber ku nema dikarî li êrîşên çeteyên dijminê mirovahiyê temaşe bike çûye Kobanê û di nava berxwedanê de cih girtiye. Dayika Bîlen a ji Stenbolê hat tevlî nobeda berxwedanê bû got, "Kurê min li vir, li eniyê ji bo gelê xwe û rûmeta xwe şer dike. Ez jî, ji bo di kesayetiya kurê xwe de destekê bidim hemû berxwedêran hatime ser sînor û tevlî nobeda berxwedanê bûme."