"Dilê Ethem li vê qadê lê dide"
"Dilê Ethem li vê qadê lê dide"
"Dilê Ethem li vê qadê lê dide"
Bi hezaran kesên li Parqa Gezî hatin cem hev, Ethem Sarisuluk ê îro dilê wî sekinî bibîr anîn û gotin "Dilê Ethem li vê qadê lê dide."
Bi hezaran kesên li Parqa Gezî hatin cem hev, Mehmet Ayvalitaş, Abdûlllah Comert û Ethem Sarisuluk ên di berxwedana Taksîmê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn.
Li ser dika li Parqa Gezî hat avakirin, wêneyên Ayvalitaş, Comert û Sarisuluk li gel qurnefîlan hatin bicihkirin.
Li pêşberî girseya gel navê hersê berxwedêran hat xwendin û girsela gel jî bi gotina "Dijî" bersiv da.
Li ser navê Piştgiriya Taksîmê Parêzer Can Atalay mafê axaftinê wergirt û bibîr xist, ku li gel 3 berxwedêrên Taksîmê, polêsek jî di dema bûyeran de ji cihekî bilind ketiye xwarê û jiyana xwe ji dest daye û got, "Em bi fikarin ku ev hejmar zêde bibe."
"BERXWEDANÊ DERIYEKÎ NÛ VEKIR"
Atalay da xuyakirin ku berxwedanê deriyekî nû vekiriye û got, "Berxwedan bi heybet e. Em berxwedana herî bi heybet a vî erdî dinivîsînin. Em li vir dîrokê dinivîsînin." Atalay axaftina xwe weha dewam kir:
"Dixwazin me li cihekî rabigirin. Emê teslîmî vê nebin. Emê têkoşînê li qadên cûda belav bikin, emê li demê belav bikin."
"JI BO CÎHANEKE DIN JIYANA XWE JI DEST DAN"
Pêşkêşvanê çalakiyê Beycan Taşkiran jî ji bo hersê kedkarên jiyana xwe ji dest dan got, "Wan ji bo cîhaneke din canê xwe feda kirin."
Piştî helbesta hunermend Orhan Aydin, peyamên Erdal Sarikaya, Sevîm Polat û Çagdaş Kuçukbattal ên ji ber êrişa polêsan a bi bombeyên gazê çavên xwe wenda kirin, hatin xwendin.
Serokê Rêxistina ÎHD'ê ya Stenbolê Umît Efe jî li bîranînê mafê axaftinê wergirt û got, "Bila destê ciwanên hêviya cîhaneke nû dan me hemûyan sax be. Me Ethem di têkoşîna ji bo cîhaneke nû de wenda kirin. Ethem destpêkê mejiyê wî mir û îro jî dilê wî sekinî. Dilê wî ne sekinî. Li vê qadê lê dide. Ethem di nava me de ye."
Efe ji keça Ethem Sarisuluk re got, Em hemû, bi milyonan emê bibin dayika te, bavê te, birayê te, xuşka te, rêhevalên te."
Efe da xuyakirin ku Sarisuluk bi zanebûn hatiye kuştin û got, "Lê li gel her tişt tê zanîn û li ber çavan e jî, emniyetê navê polêsê kujer nedaye dozgeriyê."
Di bîranînê de dotmama Sarisuluk Canan Sarisuluk jî mafê axaftinê wergirt û nameyek jê re nivîsandibû xwend û got, "Emê te di têkoşîna xwe de bidin jiyîn."
Di bîranîn de her weha du cezayên muebbetê yên giran ên ji 58 SDP'yiyan re hat xwestin, hat şermezarkirin.