Dîlan ji bombeya gazê ya ji maşîneya polîsan hat avêtin birîndar bûye
Dîlan ji bombeya gazê ya ji maşîneya polîsan hat avêtin birîndar bûye
Dîlan ji bombeya gazê ya ji maşîneya polîsan hat avêtin birîndar bûye
Bi rapora pispor hat tespîtkirin bombeya gazê ya ji maşîneya bi navê dûpişk hatiye avêtin bûye sedema birîndariya Dîlan Dûrsûn ku di li Enqereyê di çalakiyên Gezî de rastî êrîşa polîsan hatibû.
Li gorî nûçeya Alîcan Uludag a di rojnameya Cumhuriyetê rapora pispor a têkildarî bûyera ku Dîlan Dûrsûn a li Enqereyê di çalakiyên Gezî de bi giranî birîndar bibû pêşkêşî Dadgeha 6’emîn a Asliyeyê ya Ceza ya Enqereyê hat kirin. Di raporê hat piştrastkirin ku Dîlan bi bombeya gazê ya ji aliyê polîsan ve hatiye avêtin birîndar bûye. Di raporê de wiha hat gotin, “Dema ji maşîneya Dûpişk, ji cihê lembeyên trafîkê gule hatin berdan, Dîlan Dursun a ku di wê kêliyê de dibeziya di carekê de kat erdê.” Di qeydên bêtêlê yên gihiştin dozgeriyê de jî beriya ku Dîlan were birîndarkirin talîmata “Wê koma li wir bi awayekî ku careke din kom nebin belav bikin” hat dayîn.
Emniyeta Enqereyê, navê personelên ku di wan bûyeran de di her sê maşîneyên bi navê dûpişk de wezîfedar bûn şandin dozgeriyê. Ligel wê Dozger Demîr li şûna îfadeya wan polîsan bigire derket betlaneya salê.