Dîktator fermana 'Demîrtaş' da YSK'ê

Erdogan li xwe mikur hat ku derbarê namzetê serokkomariyê yê HDP'ê  Selahattîn Demîtaş ferman daye YSK'ê.

Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di qanaleke televizyonê ya alîgirê xwe de êrîş bire ser namzetê Serokkomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û li xwe mikur hat ku derbarê Demîrtaş ferman daya Desteya  Bilind a Hilbijartinê (YKS).

Erdogan got, "Girtî jî be, kesê girtî nikare bibe namzet, divê nebe. Ji ber ku ev bibe rêyeke xwevedizînê. Em çima fersenda vî tiştî didin" û diyar kir ku li ser weşana hilbijartinê ya Demîrtaş a li girtîgehê talÎmat daye. Erdogan bi dewamî got, ji xwe weşan wê zindî neweşe û amaje pê kir ku wê were sansûrkirin.

Erdogan ev tişt gotin. "Bila bi YSK'ê re jî rûnin, biçin li girtîgehê weşanê bikin. Ji xwe ev ê ne bi weşana zindî be, piştre çi axivî be wê ev biweşe."