Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, careke din êrîşî Kurdan kir û got, ew dixwazin 'herêmeke ewle' li Sûriyeyê ava bikin. Erdogan ê Serokkomarê Tirk diyar kir, Tirkmen û Ereb wê li vê derê bê bicihkirin.
Erdogan li Bahreynê axivî û got, "Bi Mertala Firatê re me rêxistina terorê DAIŞ'ê û PYD beşek ji sînorên xwe dûr xist. Niha jî bi paqijkirina El Babê ji DAIŞ'ê, em ê karê xwe dewam bikin."
Erdogan dijminatî û hêrsa xwe ya li dijî Kurdan, di mijara 'herêma ewle' de verşiya û got, "Eger em berê xwe bidin rojhilat û ber bi Munbiç û Rakkayê ve bimeşin, bi afirana herêmeke ji terorê paqijkirî re, wê birayên me yên Ereb û Tirkmen îmkanê bibînin li wê herêmê bi cih bibin. Armanca me hew e ku herêmek ji 4-5 hezar metreçargoşeyî bikin herêmeke 'ewle'. Ev kar niha jî dewam dike."
Erdogan diyar kir ku wî ji Serokê DYA Donald Trûmp re gotiye 'ji bo bicihkirina penaberan' li vê derê 'em dest bi çêkirina avahiyan bikin' û anî ziman ku wî ji DYA alîkariya malî xwestiye.