Dijminatiya dewleta Elman a li Kurdan
Dewleta Elman ku dixwaze navbeyna xwe bi desthilatdariya Erdogan re baş bike, bi yasayên taybet ên ku li Ewropayê nîn in, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye hedefa xwe.
Dewleta Elman ku dixwaze navbeyna xwe bi desthilatdariya Erdogan re baş bike, bi yasayên taybet ên ku li Ewropayê nîn in, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye hedefa xwe.
Di vê meha dawî de piştî ku hikumeta Merkel û desthilatdariya Erdogan nêzî hev bûn û danûstandin zêde bûn li Elmanya zexta li ser Kurdan zêde bû. Polîsan di Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 25. de ku 17’ê Îlonê bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî ji Kurdistanê re statû û ji Rojhilta Navîn re demokrasî" starta zextê û qedexekirinê dan.
Polîsên Kolnê di vê festîvalê de ku bi deh hezaran kes hatibûnê, xwarin, vexwarin, pirtûk CD, posterên Ocalan, flamayên YPG/YPJ’ê û danezanên bi naveroka azadiya Ocalan jî qedexe kirin. Piştre 4’ê Mijdarê di meşa Dusseldorfê de, ya ji bo azadiya Ocalan polîsên Elman weke Polîsên Tirk êrîşeke tund bi ser meşvanan de birin.
Dema ku otobûsa "Pirtûkxaneya Ocalan- Ji Ocalan û hemû girtiyan re azadî" 9’ê Cotmehê ji Strasboûrgê bi rê ketî û gihaştî Hannoverê terora polîsan çêbû. Polîsan bi hinceta ku tîşortên ku li ser wêneyê Ocalan li xwe kirine, êrîş bire ser Kurdên ku otobûs pêşwazî kirin. Bi heman rengî li Dortmûnê jî polîsan otobûs kirine hedefa xwe.
TIRSA ELMANYA YA JI OCALAN JI KÛ TÊ?
Baş e çima dewleta Elman ev çend li bara wêne û pankartên li ser Ocalan çavnebar e? Elmanya jî qet ji navê Ocalan re ne xerîb e. Yek ji stesyona girîng a komploya navdewletî ku di encamê de Ocalan hate dîlkirin Elmanya bû. Piştî ku 12’ê Mijdara 1998’an Ocalan çû Elmanyayê yek ji wan dewletên ku ji nêz ve Ocalan şopandî Elmanya bû.
Dadgeha Federal a Elmanya ji ber dozên PKK’ê yên li Elmanya Çile ya 1990’î derbarê Ocalan biryara girtinê dabû. Piştî ku Ocalan hate Îtalyayê bi heftekekê jî 19’ê Mijdara 1998’an Dadgeha Federal biryara girtinê nû kir. Yasayê navneteweyî pêşbîniya wê dikirin ku Ocalan radestî Elmanyayê were kirin.
27’ê Mijdara 1998’an dema ku serokwezîrê Îtalyayê Massîmo D’Alema û Serokwezîrê Elmanya Gerhard Schroder li Bonnê hatin cem hev rojeva wan a sereke rewşa Ocalan bû. Piştî hevdîtinê Schroder got, "em Ocalan naxwazin."
Elmanya yasayên xwe binpê kiribû, bi destewerdana hêza siyasî ya li darazê biryara girtinê rakiribû û Îtalya tenê hiştibû. Elmanya di rojên komploya navdewletî de ku bi dîlgirtinê bi encam bû bû xwedî roleke girîng ku Ocalan ji xaka Yekîtiya Ewropayê were derxistin û deriyê Ewropayê bigire.
Piştre jî Elmanyayê helwesta xwe ya taybet a li dijî Ocalan domand. Di çalakiyan de bi yasayên taybet xwestin ku rakirina wêneyên Ocalan, dirûşmên "Bijî Serok Apo" werin astengkirin. Herî dawî Adara bihurî wezareta navxweyî ya Elman bi giştînameyekê ku ji rêveberiyên eyaletan re şand, ya bi mebesta berfirehkirina qedexeya li ser PKK’ê, wêneyê Ocalan ê bi qutikê şîn û li ser zemîna zer hate qexekirin.
'NIYETA ELMANYA EW E KU OCALAN JI KURDAN QUT BIKE'
Beriya niha bi mebesta ku balê bikişînin ser rewşa tenduristiya Oclan di çalakiyan de rakirina wêneyê Ocalan serbest bûn lê di van demên dawî de polîsên Elman li bara vê jî çavnebariyan dikin.Bi taybetî jî daîreyên ewlehiyê yên Berlîn, Hambûrg, Hannover û Munîhê li dijî sembolên Ocalan pir hişk in. Li van bajaran dema ku wêneyekî Ocalan tê rakirin polîs vê ji xwe re dikine hinceta ku êrîşê bi ser çalakiyê de bibin.
Li gorî çavdêrên siyasî û pisporan li pişt vê helwesta hişk a li ser Ocalan ku ji 10 milyonî zêdetir mirov jê re 'vîna min a siyasî' gotiye, ew hewldana başkirina têkiliyên xwe yên Tirkiyê re ye û her wiha bi vê tê xwestin ku Ocalan ji Kurdan qut bikin. Yek ji van çavdêran nûçegihan-nivîskar Dr. Nîck Braûns helwesta tund a li ser Ocalan ji ANF’ê re vegot.
Dr. Braûns ku têkoşîna azadiyê ya Kurdên li Elmanya ji ddestpêkê ve ji nêz ve dişopîne dibêje helwesta Elmanya ya li ser Ocalan ji ya hikumeta Tirk pir hişktir e. Braûns diyar dike ku Ocalan ji têkoşîna azadiyê ya Kurd û ji tevgera PKK’ê mirov nikare cuda bibîne û û bal kişande nakokiyên qedexeyên li ser Ocalan.
'QEDEXEYÊN LI SER OCALAN, SERÎTEWANDINA LI BER ERDOGAN E'
Dr. Braûns bi bîr xist ku hewldanên astengkirina posterên Ocalan û pankartan bi qedexeya li ser PKK'ê ya ji sala 1993'an û vir ve di meriyetê de ye ketiye rojevê û got, "Di nava salên 1990'î de yek ji kesên destpêkê ceza lê hate birîn, hevalê me Max Brym bû. Brym li Munchenê di xwepêşandanekê de ji bo piştgiriya bi Kurdistanê re dirûşma 'Bijî Serok Apo' qîriya bû û ji ber vê dirûşmê hatibû darizandin."
Dr. Braûns anî ziman ku sala 1997'an li Munchenê ji ber ku kovara "Kurdistan Report" difirot serdegirtin li mala wî çêbû û ji bo vê serdegirtinê jî wêneyên Ocalan ên di kovarê de hincet hatibû nîşandan. Dr. Braûns got, "Min jî ji wan re got ku wêneyên bi heman rengî li kovara Spîegel an jî rojnameyên weke Suddeûtsche Zeîtûngê hatine weşandin û sûc nehatine dîtin. Bersiva dozgeriyê wiha bû; ew weşaneke bê alî dikin."
Lêkolîner-rojnamevan Dr. Braûs ragihand ku otobusa "Pirtûkxaneya Ocalan" li Berlîn û Hambûrgê bi rengekî bêpirsgirêk rêwîtiya xwe qedandiye, lê belê li Hannover û Dortmûndê hatiye astengkirin. Dr. Braûns got, "Hikumet niha qedexeya li ser Ocalan çiqasî berfireh bike û hemû wêneyan qedexe bike, ev yek wê were wê wateyê ku Elmanya li ber rejîma Erdogan serî ditewîne."
'STEÛDNER HATE BERDAN, QEDEXE ZÊDE BÛN'
Dr. Braûns got, piştî ku welatiyê Elman Peter Steûdtner ê ji aliyê rejîma Erdogan ve dîl hate girtin serbest hate berdan, zext û zordariya li Kurdên li Elmanyayê tê kirin, zêde bûn. Dr. Braûns wiha dewam kir: "Eger Steûdtner ê bi neheqî hate girtin bi mafên Kurdên li Elmanyayê pev hatiye guhertin, ev rewş ji bilî bêçaretiyê nayê ti wateyê."
Dr. Braûns diyar kir ku burokratên li Wezareta Karên Hundir, dadgeh û polîs Ocalan tenê weke lîderê PKK'ê dibînin, lê belê ev yek kêmdîtin e. Dr. Braûns di dewama axaftina xwe de got, "Ocalan ji bo gelek komên etnîkî yên Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî û hwd. ên li Bakurê Sûriyeyê, afirînerê îdeolojiya jiyana bi hev re ye. Her wiha li gorî bi mîlyonan Kurdî Ocalan afirînerê pêvajoya aştiyê ye. Bisînorkirina rola Ocalan tenê bi PKK'ê re, dişibe bisînorkirina lîderiya Lenîn tenê bi Partiya Komunîst a Rûsyayê re. Divê Elmanya êdî vê yekê bibîne."
LI MECLÎSÊ DER BARÊ QEDEXEYAN DE ÇI HATE GOTIN?
Di vê navberê de hate weşandin ku wezîrên karên hundir û midûrên emniyetê yên eyaletan, roja 14'ê Mijdarê li Meclîsa Federal li hev civiyane û li ser sembolên Kurd ên qedexekirî axivîne. Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke ji hikumetê xwest ku li ser vê civînê daxuyaniyekê bide.
Jelpke der barê vê civînê de ku tê gotin li ser şêwe û naveroka qedexeya PKK'ê hatiye kirin, pêşnûme pirsek pêşkêş kir û ji hikumetê xwest ku bersiva van pirsan bide: "Kî tevlî vê civînê bûn, li ser çi hate axaftin?"