‘Dijmin li hember ruhê gerîla li ber xwe neda’!

‘Dijmin li hember ruhê gerîla li ber xwe neda’!

Li Botanê dijminekî nikare şer bike heye. Dijmin li Kurdistanê bi hêza hevkarên xwe û cerdevanan xwe li ser lingan digire. Gelek gir, herêm û qad eger pêşengên dijmin nebin nikarin operasyonê lidarbixin. Ji ber ku herêm di bin konrtola gerîlan de ye. Hema hema hemû herêmên çiya 24 saetan di bin kontrola gerîla de bû.” Ev axaftin gotinên gerîlayê ku tevlî pêngava şoreşgerî a gerîlayan a 2013 bûyîne. Yek ji gerîlayê ku li Botanê tevlî pêngava şoreşgerî bûyî gerîla Ferhad Hekarî ye. Ferhad Hekarî  beriya pêngavê di civînên ku hatin li darxistin de, Endamê Konseya Leşkerî Mehmed Goyî wiha tînê ziman; “Berî em bi dest bi pêngavê bikin di nava gerîla de nîqaş û civîn dihat çêkirin. Beriya pêngava şoreşgerî destpê bike, heval Mehmed Goyî ew tespîtkir û wiha digot, ‘gerîlayekî li ser xeta APO’yî bi ruhê Zîlan bimeşe, dijmin wê nekaribe li hember wî ruhê gerîla ê APO’yî li ber xwe bide.’ Ev tespîta heval Mehmed Goyî rastiya şerê li Kurdistanê di hat jiyan kirin bû.”

Dema pêngava şoreşgerî hat destpê kirin Ferhad Hekarî li herêma Botan bû. Em dê milê pêngava şoreşgerî yê wê herêmê jê guhdar bikin. Gerîla Ferhad Hekarî pêngava gerîla ku 2011 destpê kir û 2012 veguherî girtina herêma girêdayî karekterê pêvajoyê û wiha berdewam dike. “Bi awayekî giştî azad kirina Rêbertiyê armanca me bû. Lê belê ya bingehîn hem em pêşiya demê vekin, hem jî tolhildana hevalên me ên ku di êrîşên dijmin de jiyana xwe ji dest dayîbûn bigrin.

Ji bo wê jî me digot, em dê herêmê bigrîn û dijmin paşve bibîn. Ji bo serkeftinên mezin em bi bidest bixîn pewîst bû darbeyê mezin li dijmin bixîn û vî wî bişkênîn. Ji ber hin sedemên cûda pêngav ne li gorî me di xwest pêşket. Lê dîsa jî gerîla bi giştî serkeftinên mezin bi dest xistin, vîna dijmin şikinandin û Rêbertî weke muxatabê çareserkirina pirsgirêka Kurd hate destnîşan kirin.

PÊNGAV LI SER AZADIYA RÊBERTÎ Û TOLHILDANA ŞEHÎDAN BÛ!

Rêxistinê pêngava şoreşgerî dabû destpêkirin. Em li herêma Wanê li milê Çataxê bûn. Hevalên li wir giraniyek dabûyîbûn herêma Elkê. Di wê demê de li ser bingehê çalakiyên şoreşgerî yên di nava bajêr û şerê gerîlatî de di hat meşandin. Hevalên me di vê hêlê de hinekê serkeftîbûn. Dema ku pêngavê li Elkê destpêkir rêxistinê her hevalek erkekî cûda dayê. Di destpêkê de me biryar da ku em herin derdora bajêr.

Êrîşê dijmin ê zivistana 2012’a hevalê me pir aciz kiribûn û hêrseke tolhildanê pêş xistibû. Pêngavê di  2011’de destpêkiri bû lê komkujiya Geliyê Tiyarê rewşeke nû derxistibû holê. Bi şêweyekî giştî nefêmkirinek li himberî pêngavê hebû. Ji ber wê hedefa ku rêxistinê dabû pêşiya me, em lewaz di man. Lê belê hem tecrîta li ser Rêbertiyê, hem komkujiya Roboskî û bi şehadeta dehan hevalên me bi destpêka zivistanê re û şûnde hevalên me gelek hêrs bibûn. Dema ku te ji kîjan hevalî bi pirsiya li ser ferasta ku dijmin ji welat bavêjin di derket pêş. Hevalan xwe li ser hêzekî ku êdî dijmin ji welat derxînin amadekir. Hem di milê madî de, hem jî manewî de nepejirandina dijmin a li welat derkete pêş.

MEHMEDÊ GOYÎ RUHÊ PÊNGAVÊ DIJÎ !

Beriya pêngav bê destpêkirin heval Mehmed Goyî digot, ‘dijmin wê li ber ruhê gerîla ê APO’yî nekaribe li ber xwe bide.’ Bi rastî ji wiha bû. Lewra rêheval Mehmed ruhê pêngava şoreşgerî ji dil jiyan dikir û pê bawer bû. Girên ku heval di çûn ser herî zêde 15-20 deqîqeyan de di girtin. Dijmin zêde li ber xwe nedida. Di bajêr de jî wisa bû. Di wê demê de di nava dijmin de tirsek gelek mezin çêbûyîbû. Dema ku me bêtêlên wan guhdar dikirin me fêhm dikir ku dijmin di nava derûniyekî gelek mezin de ne. Ew derûnî ne tenê li ser leşkera hakim bu, di heman demê de polîs û cerdevan jî heman tişt jiyan dikirin. Beriya ku hinek herêm bikevin destê me de, dijmin ji tirsa got ketin destê wan.

Bêgûman şerê ku hat meşandin encamên mezin bi xwe re derxist holê û gelek şehadetên bi qehremanî jî pêk hatin. Beriya pêngavê kesên ku xwe dûrî welatparêzî digirtin û dûdilî jiyandikirin, piştî ku dîtin gerîla serkeftinê mezin bi dest xistin li xwe zivirîn. Minak gelek cerdevan, kesên ku rêxistin lewaz didîtin û kesên lingekî wan li gel rêxistinê yek ji li gel dewlet û AKP’ê li xwe zivirîn û piranî hatin aliyê rêxistinê. Bi awayekî giştî dijmin neçar kir ku li gel Rêbertiyê hevdîtinan bikin. Ji xwe armaca me jî ev yek bû.

Dijmin ji bo xwe bi parêze derdorê xwe wekî qela avakiribû. Hêza leşker ku şer ji bike jî nemabû, têne di destê dijmin de teknîk dima. Li dijî êrîşê gerîla tenê bi balefirên keşfê û bombebarana ji erd û ezmana di xwest xwe biparêze. Bi rastî ev hêza wî jî nemabû. Lewra dema em di çûn ser çeperê wan de di reviyan û qîr dikirin. Tenê di xwestin şer bi teknîkê bidin meşandin ev jî hertim bê encam bû.

PÊNGAVÊ SÎSTEMA DIJMIN FELÇ KIR !

Dema ku komek yada çend heval bidîtina jî heya 10 balefiran di rakirin û bêserûber erazî bombebaran kirin. Ji ber ku xwe bihêza teknîkê didan jiyakirin, nedikarin pêwîstiyên xwe ên rojane jî pêşwazî bikin. Birêkên dizî ji gundiyan digirtin. Dema ku mirov rewşa têkoşîna gerîla bi karanîna xwezayê, çalakiyên hatin kirin temaşe dike, dijmin li gelek cihan felc bûyîbû.

Di vê operasyona gerîla a şoreşgerî de çend hevalên me yên bi qehremanî şer dikirin û şehîd ketin hebûn. Li herêma Botanê yek ji wan hevalan Mehmedê Goyî bû. Terzê hevalê Mehmed ê şer û cesareta wî û çûna li ser dijmin hêz dida hemû hevalên derdorê xwe û xurt dikir. Hevalê Mêrxas jî wisan bû. Hevala Rojîn ji xwe mînaka bîr û baweriyê bû. Mirov li ser kesayeta wan hevalan di nava jiyanê de çiqas bêje jî mirov dê kêm bêje. Pêngav bi ked û têkoşîna rêhevalên wekî Reşîd, Çîçek Botan, Akîf Dogan, Kerîm Şirnek, Heqî û şervanên wekî Rûhat pêşdiket. 

Her hevalê tevlî pêngavêbû û şehîd ket pakrewanek bû. Lê belê karekterê herî zêde ez pêbandor bûm, hevalek ciwan li gel heval Mehmed hebû. Navê wî hevalê Serhad Silopî bû. Di sala 2010’an de di mîhrîcana Elkê de tevlî nava refên hevalan bibû. Hevalan li herêmê perwerde dabûnê. Dema ku mirov temaşe dikir ciwanekî bi kêrhatî û zana bû. Heval Serhad kurê malê yê herî mezin bû. Mirovekî gelek delalî hatibû mezin kirin.

Ew heval bitenê jî maba dê bi serê xwe biba artêşek. Li rexmê ku nû tevlî rêxistinê ji bibû, gelek milan de rêxistin baş fêmkirî bû. Ji ber vê yekê jî mirov bi sekna wî ya di nava jiyanê de gelek bi bandor dibû. Rewşa Hevalê Mehmed jî wiha bû kesekî pijayî bû di hêla kesayetiyê de. Ji ber vê yekê her du rêhevalan ez gelek bandor kirim.”